Xebatkarên sektora sewalkariyê yên Fransayê li benda hikûmetê ne

Li Fransayê ji bo krîza di sektora sewalkariyê de bê çareserkirin, çalakî pêk hatin û ev çalakî hikûmetê neçar dihêle ku gavan biavêje.

Li Fransayê ji bo krîza di sektora sewalkariyê de bê çareserkirin, çalakî pêk hatin û ev çalakî hikûmetê neçar dihêle ku gavan biavêje. Çalakger li gelek bajaran çalakiyên xwe berdewam dikin û hat diyar kirin ku heta îro di Desteya Wezîran de ‘pakêta tedbîrên lezgîn’ neyên nirxandin wê di çalakiyê de bin.

Li welat herî kêm 20 hezar kesên sewalan xwedî dikin li ber îflasê ne û krîzek cidî li ber derî ye. Ji bo hikûmet tedbîran bigire, bi rojane li herêmên Manche, Dordogne û Ille-et-Vilaine  çalakî pêk tên.

Wezîrê Çandiniyê Stephane le Foll duh hat bajarê Caen û diyar kir ku wê îro 17 pêşniyarên lezgîn pêşkêşî Desteya Wezîran bikin. Le Foll piştî civîna ku Serokwezîr Manûel Valls û gelek wezîr beşdarbûn, axivî û  anî ziman ku li benda nêrîna raportorê ji aliyê hikûmetê ve hatiye wezîfedarkirin e.

Serokkomar Françoîs Hollande, ji kesên sewalan xwedî dikin hestyarî xwest û îdia kirin ku ew wek hikûmet 'mobîlîze' bûne.

Tevî van daxuyaniyan çalakgeran daxwaza dest ji çalakiyê berdin red kir. Hat diyar kirin ku heta piştî desteya wezîran wê çalakî bidome.

Li Fransayê nêzî  22 hezar cihê hilberîna goşt û şîr li ber îflasê ne û her wiha fikar ev e ku 40 hezar kes karê xwe winda bikin.