Li Elmanyayê alarma pereyên sexte

Li Elmanyayê li gor daneyên Bankaya Navend pereyên sexte yên ketine piyasayê li gor sala 2014’an ji sedî 31 zêde bûne.

Serokê Desteya Rêveber a Bankaya Navend Carl-Ludwig Thielen diyar kir ku di 6 mehên destpêkê yên sala 2015’an de rayedaran dest danîn ser 50 hezar û 500 banknotên sexte. Rayedaran anîn ziman ku ji dema ku derbasî Euro bûne cara yekemîn e evqas zêde banknotên sexte li piyasayê hene û bal kişandin ku tevî vê jî pirsgirêka pereyên sexte li Elmanyayê li gor welatên din hê kêmtir e.

Di 6 mehên destpêkê yên sala 2014’an de 1,8 mîlyon Euro banknotên sexte hatin desteserkirin, ev reqam di sala 2015’an de derket 2,2 mîlyon Euro.

Favoriya qelpezanan a di mijara banknotên sexte de jî 50 Euro ne. Di 6 mehên dawî de bi giştî bi qasî 24 hezar û 400 Euro de banknotên 50 Euro hatin desteserkirin. Banknotên sexte yên 50 Eoru di nav banknotên sexte de ji sedî 48 in.