YE wê desteka aboriyê bide Tûnisê
Yekîtiya Ewropayê (YE) da xuyakirin ku ew ê alîkariyê bide pêşvebirina aboriya Tûnisê, ku ji sala 2011'an û vir ve di nava lepên krîza siyasî de ye.

Nûnera Bilind a Ewlekariyê û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropa Federîca Mogherînî bi Serokwezîrê Tûnisê Habîb Esîd re daxuyaniyek da û diyar kir ku YE wê desteka aboriyê bide Tûnisê. Mogherînî got, "Di temeke ku Tûnis pirsgirêkên aboriyê dijî de Yekîtiya Ewropa xwedî vîneke siyasî ye ku destekê bide hewldanên veguherîna demokratîk de."
Mogherînî anî ziman ku YE wê ji aliyê aboriyê ve destekê bide Tûnisê û da zanîn ku ew ê giraniyê bidin ser qadên zindîkirina aboriyê, afirandina derfetên kar ji bo ciwanan û sektora çandiniyê.
Di hevdîtinan de Tûnisê soz da ku kota bilind a ji bo xurtkirina îxracata zeytê, bi awayekî demkî bilindtir bike.
Tê plankirin ku muzakereyên li ser îmzekirina peymana bazirganiya serbest a di navbera Tûnis û YE, di meha Cotmehê de destpê bike.