Pîlotên Îngîlîz tevlî êrîşên hewayî yên li hemberî DAIŞ’ê dibin

Li Îngiltereyê hikûmetê diyar kir ku pîlotên Îngîlîz tevlî êrîşên hewayî yên li hemberî DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê dibin.

Îngîltereyê sala bihurî der barê êrîşên hewayî yên li Iraqê destûr ji parlamentoyê girtibû, lê biryarê xakên Sûriyeyê nedigirt nav  xwe. Di daxuyaniya îro ji ofîsa Serokwezîrê Îngîltereyê David Cameron hat kirin, hat diyarkirin tevî ku ji parlamentoyê ti biryarek derneketiye jî, pîlotên Îngîlîz wê tevlî êrîşên hewayî yên li Sûriyeyê bibin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê pîlotên Îngîlîz di nava sîstema koalîsyonê de tevbigerin û ev yek jî ne dijî qanûnan e.

Wezareta Parastinê ya Îngîltereyê jî da zanîn ku hin endamên artêşa Îngîlîz tevlî operasyonên li hemberî DAIŞ’ê bûne û ev yek jî di nava hêzên DYA û Kanadayê de pêk hatiye.