Konê penaberan ê li Elmanyayê rastî êrîşê hat

Li Elmanyayê êrîşên nîjadperestan ên li dijî penaberan didomin. Li bajarê Halberstadtê, konê ji bo penaberan hatibû vedan, li êrîşa bi keviran rast hat. Di êrîşê de gelek wezîfedarên Xaça Sor birîndar bûn.

Li Elmanyayê êrîşên nîjadperestan ên li dijî penaberan didomin. Li bajarê Halberstadtê, konê ji bo penaberan hatibû vedan, li êrîşa bi keviran rast hat. Di êrîşê de gelek wezîfedarên Xaça Sor birîndar bûn.

Tê gotin ku berpirsyarê êrîşa li bajarê Halberstadt ê eyaleta Sachen-Anhaltê, ku rêjêya biyaniyan lê kêm e,  ciwan in. Li bajar li hewşa saloneke sporê ji bo penaberan kon hatibûn vedan. Komeke ku tê texmînkirin ji 6 kesan pêk tê, bi keviran êrîşên kon kir.

Li gorî agahiyên wezîfedarê Xaçasor a Elman (DRK)  komê ji nişka ve kevir li ser kon ve barand. Di encama êrîşê de xebatkarê DRK’ê yê 20 salî ji rûyê xwe birîndar bû. Ji konên rastî êrîşê hatin yek jê  wek mutbex dihat bikaranîn û yê din jî konê bêhnvedanê bû.

Di dema êrîşê de ciwanên temenê wan di navbera 15 û 20’an de dirûşmên 'biyanî derkevin' berz kirin.

Polîsan mudaxaleyê bûyerê kirin û ciwanek binçavkirin. Ev kes jî 15 salî bû. 5 gumanbarê din jî  di encama şopandina polîsan de piştî demekê hatin girtin.

Bi zêdebûna hejmara penaberan a di salên dawî re, hejmara êrîşên li dijî penaberan jî zêde dibe. Şêniyên bajêr li dijin ku xaniyên berê wek wargeh bidin penaberan. Ji ber vê gelek çalakiyên nîqajperest heta niha pêk hatine. 

Li bajarê biçûk çalakiyên bi vî rengî zêdetirin. Herî dawî li bajarê Freîtal avahiya ku xwestin veguherin wargehê rastî êrîşê hat û hat hilweşandin.