Desteka gel a ji bo Syrîza zêde dibe

Tevî 'paketa alîkariyê' ya ku şertên giran ên Yekîtiya Ewropa (YE) û Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) ên li ser gel qebûl dike, desteka gel a ji bo hikûmeta Syrîza zêde dibe.

Tevî 'paketa alîkariyê' ya ku şertên giran ên Yekîtiya Ewropa (YE) û Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) ên li ser gel tên ferzkirin qebûl dike, desteka gel a ji bo hikûmeta Syrîza zêde dibe.

Li gorî encamên li rojnameya Efîmerîda Ton Syntaknon hat weşandin, desteka gel a ji bo Syrîza ya li desthilatdariyê, dewam dike. Di anketê de hat ragihandin ku eger îro hilbijartin pêk were, wê Syrîza bi rêjeya ji sedî 42,5 a dengan re careke din bibe partiya yekemîn.

Li gorî anketê partiya rast a navendî ya li mûxalefetê Demokrasiya Nû (ND) ji sedî 21,5 ê dengan werdigire. Di anketê derket holê, ku tevî şertên giran jî gel bi erênî nêzî bernameya alîkariyê bûye. Li gorî vê yekê ji sedî 70 ê gel bi şertê 'mayîna Yewnanîstan li nava Herêma Euro) destek daye bernameya alîkariyê ya Yekîtiya Ewropayê.

Di hilbijartinên giştî yên meha Çileyê de Syrîza ji sedî 36,3, ND jî ji sedî 27,8 ê dengan wergirtibû.

Tevî şertên giran ên ji aliyê Herêma Euro, IMF û Banka Navendî ya Ewropayê tê ferzkirin jî hikûmeta Syrîza 'paketa rizgarkirinê' ya nû qebûl kiribû. Di dengdayîna li Parlamenta Yewnanîstanê ya li ser paketê de du ji sê parên parlamenteran dengê 'erê' bi kar anîbûn. Serokwezîr Alexîs Tsîpras, roja Înê desteyeke nû ya wezîran ava kiribû, ku wezîrên li dijî paketa alîkariyê derdiketin, li derve hişt.

Di çarçoveya fona alîkariya lezgîn a YE de wê sibe krediyeke ji 7 mîlyar Euroyî ji bo Yewnanîstanê serbest bê bedan.