Dozgeriya Elman bi hinceta 'delîl nîne' wê li NSA nepirse'

Hat ragihandin ku li ser mijara şopandin û guhdarîkirina li ser Serokwezîr û wezîrên Elman ji aliyê NSA ve, dozgerî wê bi hinceta 'delîl kêm in' lêpirsînê neke.

Hat ragihandin ku li ser mijara şopandin û guhdarîkirina li ser Serokwezîr û wezîrên Elman ji aliyê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka (NSA) ve, dozgerî wê bi hinceta 'delîl kêm in' lêpirsînê neke.

Kovara Focûs di nûçeya xwe ya agahiyan dispêre rayedarên edlî yên payebilind de, ragihand ku Dozgeriya Giştî ya Federal, wê der heqê şopandin û guhdarîkirina NSA li Elmanyayê de, lêpirsînê nede destpêkirin. Li gorî kovarê, dozger di wê baweriyê de ye ku agahiyên belgeyên WîkîLeaksê 'têrê nakin'.

Di nûçeyê de hat gotin ku ji bo lêpirsînê 'kolonên hejmaran û nûmarayên telefonan' ji bo lêpirsînê têrker nehatine dîtin.

Li gorî agahiyên ku Focûsê ji ekîba lêpirsînê ya Dozgeriya Giştî wergirtiye, tê xwestin ku qeydên guhdarîkirinê yên NSA li hemberî rêveberên dewletê yên li Elmanyayê pêk aniye, orjînal be. Her wiha diyar dike ku divê di belgeyan de navê wezîfedarên îstîxbaratê yên guhdarî kirine û şopandine, hebin.

Der barê mijarê de Dozgeriya Giştî ya Federal daxuyanî neda.

Ji sala 2013'an û vir ve tê îdîakirin, ku Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel jî di nav de NSA li gelek siyasetmedar û rêveberên payebilind ên Elmanyayê guhdarî kiriye. Di nûçeyên çapemeniya Elman de beriya çend rojan hatibû ragihandin ku NSA li Serokwezîrên berê Gerhard Schroder û Helmût Koln jî guhdarî kiriye.