Li Yewnanîstanê qebîneya nû hat aşkerakirin

Serokwezîrê Yewnanîstanê Alexis Tsipras, piştî di referandûma ji bo pakêta alîkariyê ya ji welatê wî re dengên, ‘na’ hatin bikaranîn di qebîneyê de guhertin çêkir.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Alexis Tsipras, piştî di referandûma ji bo pakêta alîkariyê ya ji welatê wî re dengên, ‘na’ hatin bikaranîn di qebîneyê de guhertin çêkir.

Guhertina qebîneyê ji aliyê çavdêrên siyasî ve wek bersiva li hember kesên di dengdanê de li dijî ‘na’ deng bi kar anîne nirxandin û tê diyarkirin ku qebîneya nû wê hikûmeteke hilbijartinê be.

Qebîneya nû ji van kesan pêk tê:

Serokwezîr: Alexis Tsipras

Alîkarê Serokwezîr: Yannis Dragasakis

Wezîrê Karên Derve: Nikos Kocias

Wekîlê Wezîrê ji  mijarên YE berpirsyar: Sia Anagnostopulu

Wezîrê Maliyeyê: Efklidis Çakalotos

Wezîrê Karên Hundir û Reformên Îdarî: Nikos Vuçis

Wezîrê Aborî, Binesazî, Deryavanî û Tûrîzmê: Yorgos Stathakis

Wezîrê Hilberîn ji Nû ve Avakirin, Hawirdor û Enerjiyê: Panayotis Skurletis.

Sondxwarina ji bo qebîneya nû ji ber şewata daristanên li welêt taloqî sibehê kirin.

Yekîtiya Ewropayê duh biryar girtibû ku 7 mîlyar û 160 mîlyon Euro krediya lezgîn bide Yewnanîstanê.