Di kemîneke li Cezayîrê de 11 leşkeran jiyana xwe ji dest dan

Li Cezayîrê di kemîna komên Îslamî yên tund a li hemberî artêşê de herî kêm 11 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li Cezayîrê di kemîna komên Îslamî yên tund a li hemberî artêşê de herî kêm 11 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Di nûçeya malpera înternetê ya rojnameya El Habar de hat ragihandin ku êrîş li ser rêya Tîfrane ya li nêzî Ayn Defla ya li başûrrojavayê welêt rû daye. Hat gotin ku di êrîşa li hemberî yekîneyeke li herêma daristanî li dewriyê digeriya de 11 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û êrîşkar reviyane.

Herêma Ayn Defla, di şerê navxweyî yê ji sala 1990'î û vir ve dewam dike de, weke yek ji navendên girîng ên komên Îslamî yên tund bû. Tevî vê herêmê, li herêmên weke Bûmerdes, Tîzî Ûzû û Kabîlê jî, êrîşên komên ser bi El Qaîde û DAIŞ'ê rû didin.

Li gorî daneyên Wezareta Parastinê ya Cezayîrê, di nava vê salê de 102 Îslamiyê tund di şer de mirî yan jî bi birîndarî hatine zevtkirin. Herî dawî li herêma Bûîra ya ku komên bîatê ji DAIŞ'ê re dike lê aktîf in, di operasyona dawiya meha Gulanê de 25 çete hatibûn kuştin.