Li Fransayê blokaja xebatkarên çandiniyê didome
Li Fransayê pirsgirêka kesên sewalan xwedî dikin yên di krîzê de ne, rojevê diyar dike.
Li Fransayê pirsgirêka kesên sewalan xwedî dikin yên di krîzê de ne, rojevê diyar dike.
Li Fransayê pirsgirêka kesên sewalan xwedî dikin yên di krîzê de ne, rojevê diyar dike. Duh xebatkarên çandiniyê ku di nav de keşîşxaneya Mont-Saînt-Mîchel jî tê de hebûn, girava turîstîk dagir kirin û bi biryarin ku wê çalakiya xwe heta roja Pêncşemê bidomînin.
Li welatê ku bi dehezaran kesên sewalan xwedî dikin hatine asta îflasê, tevî hemû hewldanên hikûmetê nayê zanîn ku wê pirgirêk çawa çareser bibe. Çalakgerên aktîf ên ji kesên sewalan xwedî dikin, daxwaz kirin ku hikûmet demildest pirsgirêkê çareser bike û girava turîstîk ya Mont-Saint-Michel dagir kirin û daxwaz kirin ku wezîrê çandiniyê Stéphane le Foll bê herêmê.
Lê Le Foll bersiva neyînî da daxwaza çalakgeran û ji bo roja pêncşemê randevuya hevdîtinê da wan.
Duh di saetên êvarê de çalakgeran blokaja xwe berdewam kirin û rêya A84 ya di navbera Caen û Mont-Saint-Michel de li trafîkê girtin.
Hatibû diyar kirin ku li Fransayê di hilberîna goşt û şîr de di navbera 20 û 22 hezar kargerî li ber îflasê ne. Hat gotin ku bi taybet hilberînên ji derve tên îthalkirin raste rast bandorê li ser 40 hezar kesî dike.