Li Iraqê bi wesayîta bombebarkirî komkujî: Zêdetirî 120 mirî

Li hemberî bazareke bajarê Şiiyan Han Banî Saad ê li bakurê paytexta Iraqê Bexdayê bi wesayîtek bombebarkirî êrîş pêk hat. Di encama êrîşê de zêdetirî 120 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên rayedarên Iraqî, li hemberî cihê bazarê yê li navenda bajêr êrîşeke bombeyî pêk hatiye û di êrîşê de nêzî 120 kes jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku berpisyariya êrîşa bombeyî DAIŞ’ê girtiye ser xwe, êrîş bi 3 ton teqemenî pêk hatiye.

Berpirsê polîsan Ehmed El Tamîmî der barê teqînê de daxuyaniyek da û diyar kir ku, li cihê teqîn lê pêk hatiye dîmeneke bi tirs derketiye holê û parçeyên laşê mirovan ê parçebûyî jî bi kaseyên fêkiyan tên komkirin.