Generalê berê yê Sirp ê sûcdarê şer hat girtin
Generalekî berê yê Sirp ku tê îdiakirin di şerê Xirvat-Sirp ê navbera salên 1991-93'an de de sûcê li dijî mirovahiyê kiriye, hat girtin.

Li gorî daneyên fermî, generalekî berê yê bi navê Borîslav Djukîc, li paytext Podgorîca hat binçavkirin. Hat gotin ku generalê 66 salî li ser daxwaza girtinê, hatiye girtin.
Djukîc ku welatiyê Sirbîstanê ye, dema ji balafirgeha Tîvat diçû Belgradê hat girtin. Generalê berê li paytext Podgorîca derxistin pêşberî dadgehê. Dadgehê biryar da ku heta biryara li ser radestî jib o Xirvatîstanê were dayîn, ragirtî bimîne.
Tê îdîa kirin ku Borîslav Djukîc di navbera 1991-1993’an de gelek sûcê li dijî mirovahiyê kiriye. Djukîc ji fermandarê artêşa ku Sirpên Xirvatîstanê ava kiribû re alîkarî kiribû.
Djukîc di dozên serok dewletê berê yê Yugoslavyayê Slobodan Mîloşevîç û lîderê siyasî yê Sirpên Xirvatîstanê Mîlan Martîc re şahidî kir. Mîloşevîç di 2006’an de ku hîna biryara têkildarî wî de nehatibû aşkerakirin, mir û Martîc jî rastî 35 sal ceza hatibû.
Xirvatîstanê di 1991’ê de ji Yogoslavyayê serxwebûna xwe îlan kir û di navbera artêş û Sirpên ku hikûmetê destek didanê de şer destpê kiribû. Di şerê ku heta 1995’an berdewam kir de 20 hezar kes miribûn.