Li DYA êrîşa li dijî hêza deryayî: 5 mirî

Li bajarê Chattanooga yê li eyaleta Tennessee ya li başûrê DYA, di êrîşeke li dijî baregeheke perwedeyê de 3 leşkerên deryayî û polîsek mirin.

Li bajarê Chattanooga yê li eyaleta Tennessee ya li başûrê DYA, di êrîşeke li dijî baregeheke perwedeyê de 3 leşkerên deryayî û polîsek mirin. Êrîşkar jî di şerê li vir de mir.

Hat ragihandin ku êrîşkar di destpêkê de êrîşî şaxekî leşkeriyê kiriye, lê li vir tiştek bi kesekî nehatiye. Dûre bi wesayîtê berê xwe daye baregeha perwerdeyê ya hêzên deryayî ya 10 kîlometre dûr û di êrîşa li vir de 3 leşker û polîsek mirin. Êrîşkar jî di vî şerî de mir.

Piştî êrîşê market, dibistan û nexweşxaneyên li herêmê hatin girtin.

Şaredarê Chattanooga Andy Berke di civîneke çapemeniyê de ragihand ku polîsek jî birîndar bûye. 

Hat ragihandin ku êrîşkar kesê bi navê Mûhammed Yûsûf Abdûlazîz ê 24 salî yê ji Qûweytê ye. Li gorî agahiyan vî kesî êrîş bi tena serê xwe kiriye û li herêma nêzî baregeha hêzên deryayî dijiya.

Serkêşê ekîba FBI ê bûyerê lêpirsîn dike Ed Reînhold jî heman gotin bi kar anîn û got, "Heta ku ya berevajî wê bê îspatkirin em ê vê bûyerê weke êrîşeke terorê lêpirsîn bikin." Reînhold da xuyakirin ku êrîşkar bi tenê bû.