Li ser rûyê Plutonê erdeke qeşagirtî û mezin hat dîtin

Wêneyên pêgera fezayê New Horizons a ji gerstêrka Pluton dîmenan digire, gihiştin cîhanê. Li ser rûyê gerstêrkê erdekî mezin ê tê texmînkirin ji heriyê û qeşagirtî ye hat keşfkirin.

Wêneyên pêgera fezayê New Horizons a ji gerstêrka Pluton dîmenan digire, gihiştin cîhanê. Li ser rûyê gerstêrkê erdekî mezin ê tê texmînkirin ji heriyê û qeşagirtî ye hat keşfkirin.

Li gor daxuyaniya NASA, di lêkolînên pêgera fezayê ya bi navê New Horizons, di gerstêrka cûce Pluton de keşfên nû hatine dîtin. Tê diyarkirin ku ya li ser gerstêrka Pluton hatiye dîtin erdekî rast e û ser rûyê wê qeşa ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji dîmenên nêzî gerstêrka Plutonê hatine kişandin tê texmînkirin ku di erdê berfireh de bi heriyeke qeşagirtî ye.

Tê texmînkirin qada qeşagirtî ya navê Sputnîk lê hat kirin herî kêm berî niha 100 mîyon salî çêbûye û bi faktorên erdnîgarî re pêş ketiye. Lê têkildarî çêbûna vê qadê hê encameke misoger nehatiye dîtin.

Pêgera hezayê New Horizons berê jî li ser gerstêrka Pluton çiyayê qeşayî yê 3 mezar metre bilind keşf kiribû.

Pluton a ji sala 1930’î dema hat keşfkirin wek gerstêrkeke Sîstema Rojê dihat qebûlkirin, ji sala 2006’an ve wek gerstêrka cûce tê pênasekirin.