Li Fransayê bi deh hezaran mirovên heywanan xwedî dikin li ber îflasê ne

Li Fransayê ji ber polîtîkayên çandiniyê û hevrikiya berhemên ji derve tên kirîn, bi deh hezaran mirovên heywanan xwedî dikin, li ber topavêtinê ne.

Li Fransayê ji ber polîtîkayên çandiniyê û hevrikiya berhemên ji derve tên kirîn, bi deh hezaran mirovên heywanan xwedî dikin, li ber topavêtinê ne.

Wezîrê Çandiniyê Stephane le Foll ji rojnameya Le Parîsîen re peyivî û diyar kir ku bi deh hezaran mirovên heywanan xwedî dikin li ber topavêtinê ne. Le Foll bal kişand ser zêdeyî 22 hezar kargehan û hişyarî da ku herî kêm 40 hezar kar dikare yekser ji dest biçin.

Li gorî Wezîrê Çandiniyê, hejmara mirovên heywanan xwedî dikin ên li ber îflasê ne, ji sedî 10 ê hemû mirovên heywanan xwedî dikin e.

Wezîrê Çandiniyê xwest berhemên Fransayê bên tercîhkirin û destnîşan kir ku bi taybetî şîrketên xizmeta xwarina giştî didin, giraniyê bidin ser 'berhemên neteweyî'. Wezîr anî ziman ku projeyên lê karê xwedîkirina heywanan û berhemên şîr ên ji bo firotinê tên kirin, ku weke 'febrîqe-çîftlîk' tên binavkirin, wê nikaribin pirsgirêkê çareser bikin.

Stephan le Foll, ji bo pêşî li topavêtina mirovên heywanan xwedî dikin bê girtin pêşniyar kir ku di berhemên goşt de logoya 'goştê Fransayê' bên zêdekirin û mirovên dikirin jî, goşt û berhemên xwecihî tercîh bikin. Wezîr îdîa kir ku berhemên xwecihî buha be jî, wê bê kirîn.