Li Gazzeyê êrîşên hevdemî yên li dijî Hamas û Cîhada Îslamî

Li Şerîda Gazze ya di bin kontrola Hamasê de ye, êrîşên guman heye ji aliyê komên Nêzî DAIŞ'ê ve tên kirin, zêde dibin.

Li Şerîda Gazze ya di bin kontrola Hamasê de ye, êrîşên guman heye ji aliyê komên Nêzî DAIŞ'ê ve tên kirin, zêde dibin. Hat ragihandin ku duh yekemcar hem li dijî endamên Hamasê hem jî li hemberî endamên Cîhada Îslamî êrîşên bombeyî yên hevdemî hatin kirin.

Li gorî daxuyaniya polîsê Gazzeyê, di êrîşên li 5 nuqteyên cuda de wesayîtên endamên Hamas û Cîhada Îslamî hatin teqandin. Ji ber ku di wesayîtan de bi şensê kesek tinebû, tiştek bi kesî nehat. Rayedaran diyar kirin ku êrîş cara yekê ye ewçend bi organîze tê kirin. Balkêş e ku cara yekê ye Cîhada Îslamî hedef tê girtin.

Hat ragihandin ku êrîş bi awayekî hevdemî li taxa Şêx Radûan li hemberî wesayîtên endamên Hamas û Cîhada Îslamî hatine kirin. Tê gotin ku wesayît ên endamên Tûgaya Îzzettîn El Qasim a baskê leşkerî yê Hamasê û Tûgayên Qûdis ên Cîhada Îslamî ne.

Balkêş e ku êrîşên komên selefî yên tund ên nêzî DAIŞ'ê li Şerîda Gazzeyê ya di bin kontrola Hamasê de ye, zêde bûye. Tê texmînkirin ku êrîşên duh ji aliyê komên tund ên bîat ji DAIŞ'ê re kirine û dixwazin li Gazzeyê bibin xwedî hêz, hatine kirin.