3 rojnamevanên Spanyayî li Helebê winda bûn
Hat ragihandin, ku 3 rojnamevanên Spanyayî yên li Heleb û derdora wê karê xwe dikirin, winda bûne.
Hat ragihandin, ku 3 rojnamevanên Spanyayî yên li Heleb û derdora wê karê xwe dikirin, winda bûne.
Hat ragihandin, ku 3 rojnamevanên Spanyayî yên li Heleb û derdora wê karê xwe dikirin, winda bûne.
Di daxuyaniya Federasyona Komeleyên Rojnamevanên Spanyayî de hat gotin ku 3 rojnamevanên li wîlayeta Helebê şerê di navbera hêzên rejîmê û rêxistinên mûxalîf de dişopandin, winda bûne.
Seroka Komeleyê Elsa Gonzalez daxuyanî da televîzyona TVE 24 û anî ziman ku ji 12'ê Tîrmehê û vir ve agahiya wan ji rojnamevanan nîne. Gonzalez diyar kir ku ew dizanin di vê demê de rojnamevan li wîlayeta Helebê bûn û got, "Niha em tenê dikarin behsa windabûna wan bikin."
Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) li Sûriyeyê bi tenê di nava sala 2014'an de 14 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.