FARC ji bo muzakereyên aştiyê yên li Kubayê xurt bike, agirbest îlan kir. Agirbesta ku duh saet di 00:00 de destpê kir, ji hemû yekîneyên FARC'ê re hat ragihandin û hat xwestin ku li hemberî êrîşê ti çalakî neyên lidarxistin.
Di belavoka li malpera fermî ya înternetê ya Hêzên Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) pazfar.com de cih girt, hat ragihandin ku sektora cemaweriyê û taybet jî di nav de hemû êrîş hatine sekinandin. Di belavokê de hat destnîşankirin ku agirbesta xwedî karaktera însanî, ji bo di çarçoveya muzakereyên bi hikûmetê re tên meşandin de şîdet bi dawî bibe, gaveke girîng e.
Di belavoka FARC'ê de hat ragihandin ku li hemberî êrîşên yekîneyên artêşê wê 'mafê parastina rewa' bê bikaranîn.
Gerîlayand uh efserekî artêşê yê bi navê Crîstîan Moscoso ku ji 7'ê Tîrmehê û vir ve dîl girtibû, serbest berdabûn. Moscoso yê li herêma Pûtûmayo dîl hatin girtin, di encama navbeynkariya Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (CICR) de serbest hat berdan.