Li hemberî Wolfgang Schaeuble nerazîbûnên Grexit

Wezîrê Maliyeyê yê Elman Wolfgang Schaeuble, ku di muzakereyên bi Yewnanîstanê re tevî Serokwezîr Angela Merkel helwesta herî tund nîşan da, yek ji mirovên herî zêde tê rexnekirin e.

Wezîrê Maliyeyê yê Elman Wolfgang Schaeuble, ku di muzakereyên bi Yewnanîstanê re tevî Serokwezîr Angela Merkel helwesta herî tund nîşan da, yek ji mirovên herî zêde tê rexnekirin e. Wezîrê Aboriyê Sîgma Gabrîel, gefa derxistina Yewnanîstanê ji Euro (Grexit) rexne kir û Serokê berê yê IMF Domînîqûe Strasûss-Kahn jî diyar kir ku Elmanya 'dîkta' ferz kiriye.

Serokê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Wezîrê Aboriyê Sîgmar Gabrîel ji televîzyona ZDF re axivî û anî ziman ku bi awayekî demkî be jî dervehiştina Yewnanîstan ji Herêma Euro, şaş e. Gabrîel got, "Anîna vê pêşniyarê weke pêşniyara Elmanya, bi dîtina min şaş bû."

Sîgmar Gabrîel, Wezîrê Maliyeyê Wolfgang Schaeuble ê ji CDU rexne kir û got, "Dizanîbû (Schaeuble) ku weke demokrasiya civakî, ancax li ser daxwaza Yewnana, me dikarîbû derketina Yewnanîstanê ji Herêma Euro nîqaş bikira."

Serokê berê yê Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) Domînîqûe Strasûss-Kahn jî ragihand ku zextên li Yewnanîstanê neheqî ne. Straûss-Kahn bal kişand ser 'dîkta' bi pêşengiya Elmanya li Yewnanîstanê hat kirin û destnîşan kir ku vê yekê yekser zerar daye Yekîtiya Ewropa (YE).

Wolfgang Schaeuble ê rastî rexneyan tê jî helwesta xwe ya li hemberî Yewnanîstanê parast. Schaeuble ji kovara Der Spîegel re peyivî û der heqê zextan de got, 'amade me îstifa bikim'. Schaeuble da xuyairin ku di rewşa heyî de ew li îstifayê nafikire.