Li Bexdayê êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî

Li paytexta Iraq Bexdayê, ji ber êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî nêzî 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytexta Iraq Bexdayê, ji ber êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî nêzî 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ji aliyê çavkaniyên ewlekariyê yên Iraqê ve hatin dayîn, di du êrîşên cuda yên li taxên Şîa yên bajêr de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku piraniya mirovên di êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî de jiyana xwe ji dest dane, sivîl in.

Êrîşa destpêkê li semta bazarê ya Bexdayê El Cedîde pêk hat û li vir 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan, êrîşa duyemîn jî li taxa Zaferaniye pêk hat û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Karên Hundir piştrast kir ku di êrîşan de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Heta niha ti derdorê berpirsyariya êrîşan negirtiye ser xwe. Tê zanîn ku êrîşên bi vî rengî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tên kirin.