NY nerazîbûn nîşanî biryara Îsraîlê ya koloniya nû da

Biryara Îsraîlê ya ji bo avakirina qadên jîngehên nû li Şerîa Rojava û Rojhilatê Qûdisê, rastî nerazîbûna Neteweyên Yekbûyî (NY) hat. Sekreterê Giştî Ban Kî-Moon hişyarî da ku ev biryar dibe ku li pêşiya aştiyê bibe astengiyeke girîng.

Di daxuyaniya ji aliyê hikûmetê ve hat dayîn de hatibû ragihand ku ji bo şêniyên Îsraîlê wê li Şerîa Rojava 300, li Rojhilatê Qûdisê jî 500 lojmanên nû bên çêkirin.

Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê desnîşan kir ku avakirina koloniyên nû ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve 'îllegal' e. Di daxuaniyê de hat gotin, "Biryarên bi vî rengî li dijî beyana niyetê ya hikûmeta Îsraîlê ya ji bo çareseriyeke bi du dewletan e."

Ban Kî-Moon diyar kir ku ji bo dawîanîna li şerê Fîlîstîn-Îsraîlê, ji bo hikûmeta Îsraîlê biryara daye ji nû ve binirxîne 'tewşîq' dike.