Di balafira li Îngilîstanê ket xwarê de malbata Bîn Ladîn hebû
Hat ragihandin ku di jeta taybet a dema dixwest li Îngilîstanê xwe deyne li ser bazareke wesayîtan ket, rêwiyên wê ferdên malbata Bîn Ladîn bûn.

Jeteke taybet a Erebîstana Siûdî ya ji bajarê Îtalya Mîlanê rabû, roja Înê li herêma Hamshîre ya Îngilîstanê dema dixwest dakeve Balafirgeha Blackbushe, ket xwarê.
Balafir li cihekî vekirî yê bazara wesayîtan a li nêzî balafirgehê ket xwarê. Li gorî polîsan pîlot û sê kesên di balafirê de mirine. Kesek bi saxî nefilitiye.
Sefaretxaneya Bilind a Erebîstana Siûdî ya li Îngilîstanê piştrast kir ku yên di balafirê de mirine ferdên ji malbata şefê El Qaîdeyê Ûsame Bîn Ladîn in.
Sefaretxaneya Bilind di daxuyaniya xwe ya bi rêya twitterê de ji kurên Bîn Ladîn û xizmên wî re sersaxî xwest. Sefaretxaneya Bilind der barê nasnameya kesên mirine de agahiyeke berfireh neda.