Armancên DYA yên avhewayê zelal dibin
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku heta roja îro di têkoşîna li hemberî germahiya global de li pozîsyoneke paşmayî de bû, tê gotin ku biryar daye enerjiyên komir û gazê kêm bike.

Li gorî nûçeya rojnameya New York Times (NYT), hikûmet dixwaze gaza bi zerar a ji santralên komirê tê berdan, heta sala 2030'î li gorî sala 2005'an bi rêjeya ji sedî 32 kêm bike. Rojnameyê di nûçeya xwe de ragihand ku ji bo xwe bigihînin vê armancê divê di nava 15 salan de bi sedan santralên komirê werin girtin.
Di çarçoveya polîtîka nû de wê ji şîrketên enerjiyê bê xwestin, ku li şûna komir û gazê, giraniyê bidin enerjiya dikare xwe nû bike ya ji ba û rojê. Her wiha wê ji bo eyaletan di warê polîtîkaya enerjiyê de hîn bêhtir serbestî were dayîn.
Ev hedefên mijara germbûna global ku tê payîn rêveberiya Barack Obama îro aşkera bike, tê zanîn ku ji aliyê Komargeran ve nayê qebûlkirin. Bi taybetî çav li rê ye ku Komarger mijara enerjiya tê nûkirin bibe ber destê hiqûqê û mijar bigihêje heta Dadgeha Bilind a Federal.
Obama di dîmenekî xwe yê li ser Facebookê hat weşandin de ragihand ku ev biryara wan der barê berdana gaza bi zerar de wergirtine, 'gava herî girîng a heta roja îro di têkoşîna li hemberî guhertina avhewayê de stendine'. Obama anî ziman ku guhertina avhewayê rastiyeke êdî nayê înkarkirin e û got, "Têkoşîna li hemberî gazên sera, nabe ji nifşên pêş re bê taloqkirin."
Li DYA ku ji sedî 5 ê nifûsa tevahiya cîhanê lê dijî, ji sedî 20 ê belavkirina gazên sera berpirsyar e.