Parçeyê li Rêûnîon hat dîtin dibe ku yê balafira Malezya be

Der barê balafira rêwiyan a Malezyayê ya di 8'ê Adara 2014'an de rabû lê careke din agahî jê nehat girtin, rewşeke nû derket holê.

Der barê balafira rêwiyan a Malezyayê ya di 8'ê Adara 2014'an de rabû lê careke din agahî jê nehat girtin, rewşeke nû derket holê. Parçeyekî balafirê yê li girava Reûnîon a li Okyanûsa Hîntê hat dîtin, tê gotin ku pêkane parçeyê balafira Boeîng 777 a bi hejmara sefera MH370 be.

Li girava Fransayê Rêunîon a li rojhilatê Afrîkayê, xebatkarên peravên aliyê rojhilat paqij dikirin, parçeyekî balafirê dîtin û tê texmînkirin ku ev parçe parçeyê baskê balafirê ye. Wê were lêklînkirin ku ev parçe yê balafira Malezyayê ye yan na.

Balafira rêwiyan a Boeîng 777 a Malezyayê, dema li ser Okyanûsa Hîntê bû winda bûbû û careke din agahî jê nehatibû girtin.

Balafira Malezyaê ya ji 239 rêyan ji Kûala Lûmpûr rabûbû û piştî saetekê têkiliya pê re qut bûbû.