Penaberan li Parîsê dibistanek dagir kirin
Li paytexta Fransa Parîsê, zêdeyî sed penaberên dixwazin derfetên însanî yên stargehê ji wan re bên dayîn, çalakiya xwe ya dagirkirinê dewam dikin.

Penaberên piraniya wan Afgan, ku roja Pêncşemê komeleyeke mafên jinan a bi navê 'Ni putes ni soumises' (NPNS) dagir kirin, dawî li vê çalakiya xwe anîn. Lê belê penaberên ji avahiyê deketin vê carê hin avahiyên koleja Guillaume-Bude ên li nêzî komeleyê, dagir kirin.
Di çarçoveya vê çalakiya dagirkirinê ya li paytext Parîsê de, nêzî 100 penaber û çalakvanên Fransayî yên destekê didin wan, ketin hundirê avahiyeke li derveyî kolejê ji bo aktîvîteyan tê bikaranîn. Hat ragihandin ku bi qasî 10 polîs li cihê bûyerê re û dest li penaberan wernedane.
Şêniyên herêmê diyar kirin ku avahiyên penaber ketine hundir yek jê avahiya xwendekarên kolejê li derveyî dibistanê bi kar tîne û ya din jî ji aliyê komeleyeke şanoyê ve tê bikaranîne.
Hejmara penaberên hatin Fransayê par bi qasî 60 hezar bûn. Gelek ji penaberan li otelan tên vehewandin. Her wiha bi deh hezaran penaberên dixwazin derbasî Îngilîstanê bibin, Fransayê weke welatê transît bi kar tînin.