Yewnanîstan muzakereyan dewam dike; Varûfakîs bê hêvî ye

Muzakereyên di navbera Yewnanîstan û troyka ya ji YE, IMF û ECB pêk tê dewam dikin. Tê gotin ku Syrîza ji bo qonaxa destpêkê 24 mîlyar euro xwestiye.

Muzakereyên di navbera Yewnanîstan û troyka ya ji YE, IMF û ECB pêk tê dewam dikin. Tê gotin ku Syrîza ji bo qonaxa destpêkê 24 mîlyar euro xwestiye. Li gorî Wezîrê berê yê Maliyeyê Yanîs Varûfakîs, armanca troyka ya ji aliyê Elmanya ve tê 'birêvebirin', li ser Herêma Euro avakirina kontroleke timî ye.

Li gorî nûçeya rojnameya Avgî ya bi nêzîkbûna xwe bi Syrîza re tê naskirin, heyeta Yewnanîstanê di çarçoveya paketa nû ya alîkariyê de ji bo asta destpêkê 24,3 mîlyar euro dixwaze. Ji vî pereyî dixwaze 10 mîlyar ji bankayan re bê dayîn, 7,16 mîlyar jî ji bo dayîna krediyên beriya niha, daxwaz dike.

Her wiha tê xwestin ku 3,2 mîlyar euro jî li Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) bê vegerandin.

Li gorî hin pisporan ji bo temamiya bankayên li Yewnanîstanê ji nû ve bibin xwedî fonksiyon, pêwîstî herî kêm bi 25 mîlyar euroyî heye. Di hevdîtinên navbera Yewnanîstan û YE, ECB û IMF de, muzakere li ser 86 mîlyar euro ji bo 3 salên pêş tê kirin.

TÊ XWESTIN KU SYRÎZA JI GELEK SOZÊN XWE VEGERE

Lê belê tê gotin ku di berdêla paketa alîkariyê de ji Yewnanîstanê tê xwestin ku gelek tawîzan bide. Di nûçeya rojnameya To Vima de hat ragihandin ku saziyên krediyê yên navneteweyî ji hikûmeta Syrîza xwestiye ku biryara xwe ya wergirtina karmendan a beriya niha, betal bike.

Her wiha ji hikûmetê tê xwestin ku hîn bêhtir bacê ji armatoran werbigire û baca cotkarn kêmtir bike.

VARÛFAKÎS: PAKET MEHKÛMÎ TÊKÇÛNÊ YE

Li aliyê din Wezîrê berê yê Maliyeyê Yanîs Varûfakîs da xuyakirin ku paketa nû ya hînê muzakere li ser tê kirin, wê serketî nebe. Varûfakîs ji rojnameya El Paîs a li Spanyayê tê weşandin re axivî û got, "Pêşeroja vê hewldanê nîne."

Varûfakîs got, "Krîz timî bi krediyên nû û nikare ji bin bê rakirin, tê dirêjkirin. Mîna ku (kredî) wê pirsgirêkê çareser bikin, tên nîşandan."

'ARMANCA BI TEMAMÎ KONTROLKIRINA HERÊMA EURO'

Wezîrê berê anî ziman ku temamiya polîtîkayên li hemberî welatê wî ji aliyê Wezîrê Maliyeyê yê Elman Wolfgang Schauble ve tê birêvebirin û hedefa esasî ya Schauble Spanya, Îtalya û Fransa ye. Varûfakîs diyar kir ku troyka ya ji Komîsyona Yekîtiya Ewropa, IMF û ECB pêk tê, dixwaze Herêma Euro bi temamî kontrol bike.