Skûrletîs: Pêwîstiya Yewnanîstanê bi hilbijartina pêşwext heye
Li Yewnanîstanê, piştî pejirandina paketa alîkariyê ya ji aliyê Eurogroupe ve hat pêşkêşkirin, nêrînên cuda yên di nava Syrîza ya li desthilatdariyê û hilbijartina pêşwext, ket rojevê.
Li Yewnanîstanê, piştî pejirandina paketa alîkariyê ya ji aliyê Eurogroupe ve hat pêşkêşkirin, nêrînên cuda yên di nava Syrîza ya li desthilatdariyê û hilbijartina pêşwext, ket rojevê.
Li Yewnanîstanê, piştî pejirandina paketa alîkariyê ya ji aliyê Eurogroupe ve hat pêşkêşkirin, nêrînên cuda yên di nava Syrîza ya li desthilatdariyê û hilbijartina pêşwext, ket rojevê. Wezîrê Enerjiyê diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan 'dibe ku hilbjiartina pêşwext pêwîst be'.
Wezîrê endamê Syrîza Panos Skûrletîs bû mêvanê Skaî TV û ji bo pêkhatina aramiya li welêt bal kişand ser bijarteya hilbijartinê. Wezîr diyar kir ku hilbijartin, ji bo sêyemîn paketa alîkariyê ya hefteya bihurî hat qebûlkirin, pêwîstiyeke. Skûrletîs bibîr xist ku paketa alîkariyê di hefteya derbasbûyî de li Parlamenta Yewnan hat erêkirin û bal kişand ser hejmara zêde ya parlamenterên Syrîza ku di dengdanê de dengê dijber bi kar anîn.
Di encama muzakereyên navbera Eurogroupe ya ji Wezîrên Maliyeyê yên Herema Euro, IMF, Banka Navendî ya Cîhanê û Yewnanîstanê de, sêyemîn paketa alîkariyê ya ji bo 5 salên pêş ên Yewnanîstanê were bikaranîn, hatibû qebûlkirin. Di dengdana li Parlamenta Yewnanîstanê ya li ser paketê de, ji 149 parlamenterên Syrîza 43 jê dengên dijber bi kar anîn an jî bê alî man. Bi vî rengî, tevî 13 parlamenterên hevkarê desthilatdariyê ANEL, desthilatdariyê xwe negihand hejmara 120'an ku ev hejmar weke 'benda psîkolojîk' tê binavkirin.
Di dengdanê de ji wezîrên berê Yanîs Varûfakîs û Panajîotîs Lafazanîs û Serokê Meclîsê Zoe Konstantopûlû jî dengên dijber bi kar anîn.
Di civîna rêveberiya Syrîza ya meha Tîrmehê de biryar hatibû dayîn ku partî di meha Îlonê de kongreyê lidar bixe.
Herî dawî bi qasî 10 endamên Syrîza yên li dijî paketa alîkariyê derdikevin, xwestibûn ku beriya hilbijartinê kongre pêk were û yekîtiya di nava partiyê de ava bibe.