Îstixbarata Elman: Me tespît kir ku Tirkiye çek ji çeteyan re şand

Piştgiriya dewleta Tirk a ji çeteyên Sûriyeyê re di bernameyeke ku di kanala dewletê ya Elmanya ARD de hat weşandin, hat belgekirin.

Piştgiriya dewleta Tirk a ji çeteyên Sûriyeyê re di bernameyeke ku di kanala dewletê ya Elmanya ARD de hat weşandin, hat belgekirin.

Belgeyên ku Rêxistina Îstixbarata Elmanyaya Federal bi dest xist û belgeyên ku têde desteka Tirkiyeyê ya ji çeteyan re heye, di bernameya bi navê ’Monîtor’ a di kanala dewletê ARD’ê de hatin weşandin. Yek ji wan belgeyan nivîseke ‘veşartî’ ye ya îsixbarata Elman ji Meclîsê re şandiye. Di nivîsê de agahiyên ku dewleta Tirk sewqiyata leşkerî ji çeteyan re dike hene.

ÎSTIXBARATA ELMAN AŞKERA KIR

Îstixbarata Elman, di nivîsa ku ji parlamentoyê re şand ragihand ku tespît kirine ji nîvê meha Mijdara 2014’an ve Enqere ji komên çekdar ên Sûriyeyê re çekan dişîne, çek ji koma Ehrara Eş Şam a baskek Eniya Îslamî ye hatine şandin.

Tê diyarkirin ku rêxistina mijara gotinê, weke DAIŞ û El Qaîde ya dijminê mirovatiyê komkujiyên sîvîl pêk tîne, serî li tecawiz û îşkenceyê dikin.

BÊDENGIYA MERKEL HAT REXNEKIRIN

Di bernameya televîzyonê de de hat destnîşankirin ku êrîşên li hember Herêmên Parastinê yên Medya tê wateya piştgiriya ji DAIŞ’ê re û bêdengiya Serokwezîr Merkel a li hember şerê ku Serokkomarê Tirk Erdogan li dijî Kurdan daye destpêkirin, hat rexnekirin. Di bernameyê de Komkujiya Zergelê jî hat destgirtin û axaftina pêşmergeyekî yê digot: "Ev êrîş ne tenê li hember PKK’ê, li hember hemû Kurdan hatiye kirin. Li vir ne PKK mirovên sîvîl hatin bombekirin. Em bawer in artêşa Tirk dawî li bombekirinê bîne. PKK ji bo me pir girîng e. Ji bo Kurdan hêzeke girîng e.”