CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Şîrketên tûrîzmê hişyarî dan tûrîstên Swêdî yên li Tirkiyeyê
Êrîşên AKP'ê yên li Kurdistanê û êrîşên nîjadperest û çeteyên faşîst ên li hemberî HDP û Kurdan, cihekî berfireh di medya Swêdê de girtin. Şîrketên tûrîzmê hişyarî dan tûrîsen Swêdî û ji wan xwestin hişyar bin, nekevin nava girseyên qelebalix. -
Hunermendên navdar ji bo avhewayê stran gotin
Hunermendên navdar ên cîhanê, beriya Konferansa Avhewayê (COP21) ya di 30'ê Mijdarê de li Parîsê destpê bike, bi armanca balkişandinê straneke hevpar gotin. -
123 burokratên payebilind ên Iraqî ji wezîfeyê hatin girtin
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Haydar el Ebadî, alîkarên wezîr jî di nav de 123 burokratên payebilind ji wezîfeyê girtiye. -
Pûtîn, Merkel, Poroşenko û Hollande li ser Ûkraynayê axivîn
Li Ûkraynayê, ji 1'ê Îlonê û vir ve agirbest di meriyetê de ye. Serokdewletên Elmanya, Fransa, Rûsya û Ûkraynayê, bi rêya telefonê demeke dirêj li ser mijarê axivîn. -
Banga 'wêrekî' û 'rûmetê' ya Jûncher pirsgirêk çareser nekir
Yekîtiya Ewropa (YE), ku ji destpêka vê salê û vir ve zêdeyî 500 hezar penaber hatine, tevî ku li gorî herêmên din ên cîhanê hejareke gelekî kêm e, li ser vehewandina penaberan li hev nake. -
YE û DYA li ser daneyên şexsî li hev kirin
Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) piştî muzakereyên 4 salan, li hev kirin ku eger daneyên şexsî yên mirovan werin weşandin, wê rê dadgeriyê bê vekirin. -
Greva pîlotên Elman wê zêdeyî hezar seferan betal bike
Greva pîlotên şîrketa rêyên hewayî ya Elman Lûfthansa dewam dike. Îro jî wê bi qasî hezar seferên balafiran ên ber bi cihê nêz û dûr ve, betal bibin. -
Li Yemenê di bomberdûmana koalîsyonê de tevî sivîlan bi dehan kes mirin
Li Yemenê, di bomberdûmana koalîsyona bi pêşengiya Siûdiyan de, piraniya wan sivîl zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi qasî sed kes birîndar bûn. -
Mirina zarokan di 25 salên dawî de hatin kêmkirin
Li gorî rapora ji aliyê Fona Alîkariyê ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Banka Cîhanê ve hat amadekirin, di mijar pêşîgirtina li mirina zarokan de, di 25 salên dawî de pêşketin heye. -
'Herikîna' penaberan ji Balkanan ber bi YE ve wê heta Mijdarê bidome
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo pêşwazîkirin û parvekirina penaberên hejmara wan gihaştiye 1 mîlyonî, hînê polîtîkayeke hevpar destnîşan nekirine. Tê gotin ku herikîna ji welatên Balkanan wê heta 2 mehên din dewam bike. -
Komîsyona YE kotaya penaberan a welatan diyar kir
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE), zelal kir ku ji sed hezaran penaberên hatine Îtalya, Yewnanîstan û Macarîstanê 160 hezar bi çi rengî li welatên endam werin belavkirin. -
Fransa wê tevgera li dijî DAIŞ'ê li parlamentê nîqaş bike
Serokwezîrê Fransayê diyar kir ku biryara li ser tevgera hewayî ya li Sûriyeyê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bê meşandin, wê roja 15'ê Îlonê li parlamentê were nîqaşkirin. -
Heyeta serbixwe: Rapora li ser xwendekarên li Meksîka hatin qetilkirin nakok e
Rapora fermî ya li ser qetilkirina 43 xwendekarên zanîngehê yên li Meksîkayê par bi hevkariya polîs û çeteyên narkotîkê ve hatin kuştin, derket holê ku bi nakokiyan dagirtî ye. -
Li Brezîlyayê qeza otobusê: Herî kêm 15 mirî
Li Brezîlyayê di encama qezayeke otobusê de, li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku hejmara mirovên di qezayê de birîndar bûne 50 ye. -
Cameron ji bo tevgera hewayî ya li dijî DAIŞ'ê wê serî li parlamentê bide
Serokwezîrê Brîtanyayê Davîd Cameron, ji bo karibe beşdarî destwerdanên leşkerî yên li Sûriyeyê bibe, wê ji parlamentê erkê bixwaze. -
Ji wezîrên karên hawirdor û derve li Parîsê civîna avhewayê
Li Parîsê, ku wê di meha kanûnê de ji Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21 re malovaniyê bike, duh nûnerên payebilind û wezîrên 57 welatan, civiyan. -
Di 2017'an de hevrikê Le Pen Sarkoyz an jî Juppe ne; Hollande naxuye
Li gorî lêkolînên dawî yên li nava raya giştî ya Fransayê, popularîteya Serokkomar Françoîs Hollande di asta herî nizm de ye. Li gorî pêşdîtinan di hilbijaritnên 2017'an de namzetên rastgiriya tend û rastgiriya navendî li tûra duyemîn dimînin. -
Di nava du rojan de herî kêm 17 hezar penaber hatin Elmanyayê
Bi deh hezaran penaberên di ser welatên Balkanan derbasî Macarîstanê bûn, rawestgeha wan a din Elmanya bû. Di dawiya vê hefteyê de bi qasî 20 hezar penaber hatin Elmanyayê. -
Endamê berê yê DAIŞ'ê DAIŞ sûcdar kir
Ciwanê 17 salî yê ku li nava DAIŞ'ê şer kir û ji ber ku nema karîbû xwe li hovîtiya çeteyan a li hemberî sivîlan rabigire ji Sûriyeyê vegeriya Swêdê anî ziman ku "Dewleta Îslamê" mirovên bêguneh qetil dike. -
Piştgiriya mezin a li dû wêneyê Alan xwe da der
Piştî ku bedenê biçûk ê zarokê Kurd Alan Kurdî derket peravê, ji Ewropa û DYA piştgiriyeke mezin hat nîşandan. Di asta rekorê de bexş, fonên lezgîn û seferberiya gel pêk hatin. -
Fransa wê li Sûriyeyê tevlî êrîşên hewayî yên li dijî DAIŞ'ê bibe
Li gorî rojnameya Le Monde ya Fransayê, hikûmeta Fransayê li ser bijarka tevlîbûna li êrîşên hewayî yên li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê, disekine. -
Li Swêdê gefa li karkeran
Anders Weîche diyar kir, ku eger zêdetir nexebitin wê heqdestê karkerên li pîşesaziyê dixebitin neyê zêdekirin. -
Li Stockholmê pêşangeha Wegner a 'Şahidê Qirkirina Ermenî ya 1915'an
Wêneyên Armîn T. Wegner ê di Yekemîn Şerê Cîhanê de li nava artêşa Elman personelê tenduristiyê bû û bi makîneya xwe wêneyên qirkirina li hemberî Ermeniyan kişand, li Swêdê tên nîşandan. -
Cudahiya navbera dewlemend-xizanan li Elmanyayê gelekî zêde ye
Li gorî lêkolîneke nû ya ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Aboriyê ya Elmanya (DIW) ve hat weşandin, cudahiya navbera dewlemend û xizanên li Elmanyayê, herî kêm bi çend qatan zêdeyî texmînên heta roja îro ye. -
Li Serokwezîrê bi nelirêtiyê hat sûcdarkirin cezayê ragirtina li malê
Serokwezîrê berê yê Portekîzê Jose Socrates ê ji ber sûcdariyên nelirêtî û bertîlê ji Mijdara 2014'an û vir ve girtî ye, li malê tê ragirtin.