Mirina zarokan di 25 salên dawî de hatin kêmkirin

Li gorî rapora ji aliyê Fona Alîkariyê ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Banka Cîhanê ve hat amadekirin, di mijar pêşîgirtina li mirina zarokan de, di 25 salên dawî de pêşketin heye.

Li gorî rapora ji aliyê Fona Alîkariyê ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Banka Cîhanê ve hat amadekirin, di mijar pêşîgirtina li mirina zarokan de, di 25 salên dawî de pêşketin heye. Tevî ku rêjeya mirina zarokan bi qasî nîvî hatiye kêmkirin jî, balkêş e li hin welatan hînê gelekî zêde ye.

Li gorî rapora ku li bajarê Swîsre Cenevreyê ji aliyê Alîkara Dîrektorê WHO Flavîa Bûstreo ve hat aşkerakirin, di navbera salên 1990-2015'an de mirina zarokan salane ji 12,7 mîlyonan daketiye 5,9 mîlyonan. Li gorî vê yekê, di sala 1990'î de ji her hezar zarokên kêmî 5 salî 91 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev rêje di sala 2015'an de bû ji hezarî 43. Lê belê ev yek jî hînê rastiya ku rojane 16 hezar zarok jiyana xwe ji dest didin, naguherîne.

Mirina 28 roj piştî ji dayikbûnê, para herî mezin a rêjeya mirina zarokan e. Hînê ji her hezar pitikî 19 jê, berî meheke xwe temam bike jiyana xwe ji dest didin. Ev yek jî tê wateya salane 2,7 mîlyon mirinan. Di sala 1990'î de ji her hezar zarokan 36 zarok di nava 28 rojên piştî ji dayikbûnê de jiyana xwe ji dest didan.

LI AFRÎKAYÊ HÎNÊ YEK JI 12 ZAROKAN BERÎ 5 SALIYA XWE DIMIRE

Li gorî raporê, hînê li welatên Kafkasan, Asya Navîn, Oksyanûsan, Başûrrojhilatê Asya û başûrê Sahara yê Afrîkayê, di pêşîgirtina li mirina zarokan de pêşketineke cidî nîne. Mirina zarokên kêmî 5 salî li welatên pêşketî, yek ji 147'an e, lê li Afrîkayê ev rêje yek ji 12'an e. Di raporê de hat ragihandin, ku tevî vê yekê jî li welatên Afrîkayê di nava 25 salên dawî de rêjeya mirina zarokan kêm bûye.

Rêjeya herî bilind a mirina zarokan li Angola tê dîtin. Li vî welatî ji her hezar zarokan 156 berî 5 saliya xwe jiyana xwe ji dest didin.

Di raporê de hat destnîşankirin, ku hewldanên Etiyopya yên li ser mijara mirina zarokan, encam bi xwe re aniye û hat ragihandin ku rêjeya mirina zarokan a li vî welatî di sala 1990'î de 205 ji hezarî bû, lê di sala 2015'an de daketiye 59 ji hezarî.

Li Swîsreyê jî mirina zarokan di sala 1990'î de 8 ji hezarî bû, di sala 2000'î de bû 6 ji hezarî û di sala 2005'an de daket 4 ji hezarî.

Di raporê de her wiha hat gotin ku di encama hewldanên 25 salên dawî de pêşî li mirina 48 mîlyon zarokan hatiye girtin.

BI TENÊ LI 62 WELATAN ARMANCÊN HEZAR SALÎ BI CIH HATIN ANÎN

Armancên Hezar salî yên Neteweyên Yekbûyî, ku du ji sê parên kêmirina mirina zarokan dihat hedefkirin, di nava 195 welatan bi tenê li 62 welatan bi cih hatin anîn. 24 ji van welatan jî welatên xizan ên bi pêş dikevin e.