Di nava du rojan de herî kêm 17 hezar penaber hatin Elmanyayê
Bi deh hezaran penaberên di ser welatên Balkanan derbasî Macarîstanê bûn, rawestgeha wan a din Elmanya bû. Di dawiya vê hefteyê de bi qasî 20 hezar penaber hatin Elmanyayê.
Bi deh hezaran penaberên di ser welatên Balkanan derbasî Macarîstanê bûn, rawestgeha wan a din Elmanya bû. Di dawiya vê hefteyê de bi qasî 20 hezar penaber hatin Elmanyayê.
Bi deh hezaran penaberên di ser welatên Balkanan derbasî Macarîstanê bûn, rawestgeha wan a din Elmanya bû. Di dawiya vê hefteyê de bi qasî 20 hezar penaber hatin Elmanyayê.
Hat ragihandin ku hejmara penaberên di ser Macarîstanê re roja Şemiyê hatin 7 hezar e û dihat hesapkirin ku duh tevahiya rojê 10 hezar penaberên din bihata. Danê êvarê polîsan diyar kirin ku 6 hezar penaberên din gihaştine welêt û bi hezaran ji wan hînê li ser sînorê Awûstûryayê ne.
Ji penaberên di ser Awûstûryayê re roja Şemiyê ketin nava welêt û li eyaleta Bavyera qeyda wan hat çêkirin 4 hezar li eyaletên din hatin belavkirin. Li Elmanyayê li gorî sîstema hesapkirinê ya bi navê 'Konigsteiner Schlussel', penaber li gorî nifûs û hatineyan li eyaletan tên belavkirin.
Bi zêdebûna hejmara penaberan a ji nişka ve tê gotin ku pirsgirêka stargehê rû daye û ji bo lêçûnên şaredariyan ên dayîn Banka Pêşvebirinê (KfW) ketiye dewrê. Bankayê ragihand ku ji bo lêçûnên stargehê yên penaberan tedarik bike, fona krediyek ji 300 mîlyon euroyî ya bê faîz, veqetandiye. Bi krediyên ji vê fonê were wergirtin re wê wargehên nû ji bo penaberan werin avakirin û avahiyên berê ji bo wargehan bên sererastkirin.
LI GELEK BAJARAN ÇALAKIYÊN PÊŞWAZÎKIRINÊ
Ji ber dayîna destûrê ji bo derbasbûna penaberan, hejmara penaberên tên welêt roj bi roj zêde dibe. Di dawiya hefteyê de ji bo pêşwazîkirina penaberan li gelek stasyonan bi hezaran Elman civiyan. Li Munchen, Stûttgart û Frankfûrtê çalakiyên pêşwazîkirinê hatin lidarxistin.
Li bajarê Saalfeld ê li eyaleta Thrîngen a li rojhilat jî, di çalakiya însanî ya li gara trenê de Serokwezîrê Eyaletê Bodo Romelow ê ji Partiya Çep (Die Linke) jî amade bû û destek da.
CSU BIRYARA VEKIRINA SÎNORAN 'ŞAŞ' DIBÎNE
Li aliyê din biryara hikûmeta Elman a bi lihevkirina bi Awûstûryayê re dayîna destûrê ji bo derbasbûna penaberên ji Macarîstanê hatine, parlamenterên rastgir ên di nava koalîsyonê de hêrs kir. Endamê partiya Serokwezîr Angela Merkel CDU û Serokê Daîreya Serokwezaretiyê Peter Altmaîer da xuyakirin ku divê welatên din ên Ewropayê jî di pirsgirêka penaberiyê de bi berpirsyarî rabin. Altmaîer diyar kir ku destûra derbasbûna penaberan 'îstîsnaî' ye.
Partiya Yekîtiya Xiristiyanê Sosyal (CSU) ku hevkarê CDU yê eyaleta Bavyera ye îdîa kir ku biryara destûrdayîna derbasbûna komî ya penaberan 'şaş' e. Di nirxandina bi rêya telekonferanseke rêveberiya partiyê de, rexneyên tund li biryara hikûmetê hatin girtin.
Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Bavyerayê Joachîm Hermann jî di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya Bîld de rexne kir ku eyalet beriya biryarê nehatiye agahdarkirin.
BANG LI MALBATÊN ELMAN HAT KIRIN KU PENABERAN BIKIN MÊVAN
Tevî rexneyên CSU jî, partiyên li mûxalefetê Partiya Keskan (Grunen) û Partiya Çep (Die Linke) destûra ji bo derbasbûna penaberan erênî dibînin. Seroka Koma li Meclîsa Federal a Partiya Keskan Katrîn Gorîng-Eckardt bang li gelê Elamn kir, ku penaberan li malên xwe qebûl bikin. Gorîng-Eckardt bi taybetî xwestin ku malbatên penaber ên Sûriyeyî bikin mêvan.
Papa Francîs duh bang li Xiristiyanên ji baweriya Katolîk ên li Ewropayê kiribû û ji her malbatê xwestibû ku malbateke penaber bike mêvan.