'Herikîna' penaberan ji Balkanan ber bi YE ve wê heta Mijdarê bidome

Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo pêşwazîkirin û parvekirina penaberên hejmara wan gihaştiye 1 mîlyonî, hînê polîtîkayeke hevpar destnîşan nekirine. Tê gotin ku herikîna ji welatên Balkanan wê heta 2 mehên din dewam bike.

Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo pêşwazîkirin û parvekirina penaberên hejmara wan gihaştiye 1 mîlyonî, hînê polîtîkayeke hevpar destnîşan nekirine. Tê gotin ku herikîna ji welatên Balkanan wê heta 2 mehên din dewam bike.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) da xuyakirin ku herikîna penaberan ber bi welatên Ewropayê ve ku di meha dawî de zêde bû, wê heta dawiya meha Cotmehê bidome. UNHCR diyar kir ku hînê 42 hezar penaber di ser Tirkiye, Yewnanîstan û Sirbîstanê re ketine ser rêya welatên Yekîtiya Ewropayê.

Dîrektorê Ewropa yê UNHCR Vîncent Cochetel anî ziman ku 'herikîna' penaberan ber bi welatên Yekîtiya Ewropayê wê dewam bike. Cochetel diyar kir ku li gorî texmîna wan ev rewş herî zû wê di meha Mijdarê de biguhere û ragihand, ku di nava 2 mehên pêş de wê hejmara penaberan bi awayekî cidî kêm nebe.

Li gorî daneyên UNHCR, ji sedî 85 ê penaberên li ber welatên Yekîtiya Ewropayê ne ji Sûriye, Iraq û Afganîstanê hatine. Hînê li Sirbîrstanê 30 hezar, li Makedonyayê jî bi qasî 7 hezar penaber ji bo xwe bigihînin YE, di rê de ne.

Cochetel da zanîn ku ew bawerin pirsgirêka penaberiyê dikare were birêvebirin û bal kişand ser pirsgirêka baweriyê ya di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de. Cochetel got, "Ev krîz bi tenê bi Elmanyayê çareser nabe."

Ji bo çareserkirina pirsgirêka qebûlkirina penaberan ku li gorî par bi du qatan zêde bû, îro li Strasboûrgê civînek tê lidarxistin.

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Calûde Jûncker wê di rûniştina îro ya li Parlamenta Ewropayê de, li ser 160 hezar penaberên hatine Yewnanîstan, Îtalya û Macarîstanê û transfera van penaberan di nava 2 salan de li welatên Yekîtiya Ewropayê, pêşniyara xwe pêşkêş bike.