Heyeta serbixwe: Rapora li ser xwendekarên li Meksîka hatin qetilkirin nakok e

Rapora fermî ya li ser qetilkirina 43 xwendekarên zanîngehê yên li Meksîkayê par bi hevkariya polîs û çeteyên narkotîkê ve hatin kuştin, derket holê ku bi nakokiyan dagirtî ye.

Rapora fermî ya li ser qetilkirina 43 xwendekarên zanîngehê yên li Meksîkayê par bi hevkariya polîs û çeteyên narkotîkê ve hatin kuştin, derket holê ku bi nakokiyan dagirtî ye.

43 xwendekarên çepgir ên li dibistana mamostetiyê ya Ayotzînapa ya li eyaleta Gûerrero perwerde didîtin, di Îlona 2014'an de piştî ku ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin radestî çeteyên narkotîkê ve hatibûn kirin û dûre derketibû holê ku hatine qetilkirin. Hatibû îdîakirin ku xwendekar piştî hatin kuştin hatin şewitandin û ew avêtin nava çem.

Piştî vê komkujiya ku welat hemû hejand, xweliyên dihat îdîakirin ku yên xwendekaran e hatin dîtin, lê bi tenê DNA ya xwendekarekî hatibû tespîtkirin.

Rapora heyeteke lêkolînê ya serbixwe ya ji pisporên welatên Spanya û Latîn Amerîkayê nîşan da ku rapora ji aliyê dozgeriyê ve hatiye amadekirin hev nagire. Ji profesorên Zanîngeha Qûeensland a Awûstralyayê Jose Torero diyar kir ku dema 43 beden hatibin şewitandin divê giha û darên li derdore jî şewitî bin. Torero da xuyakirin ku li herêma tê îdîakirina xwendekar lê hatine şewitandin bi tenê şopa çend agirê biçûk hatiye dîtin.

Torero da zanîn ku ji bo şewitandina 43 xwendekaran pêwîstî bi 30 ton êzing, 10 ton lastîk û 13 ton mazot hebû û got, "Şopa agirê karibe 43 bedenan bişewitîne, nehatiye dîtin."

Jose Torero diyar di nirxandina xwe ya di raporê de destnîşan kir ku ji bo bedena 43 kesan bibe xwelî pêwîstî bi 60 saetan heye, lê di rapora dozgeriyê de behsa 14 saetan tê kirin. Di raporê de her wiha hat ragihandin ku ji xweliyên di kîsekî li qiraxa çemê li herêmê hatiye dîtin, DNA xwendekarekî bi tenê hatiye tespîtkirin.

Heyeta lêkolînê ya serbixwe di rapora xwe de her iha destnîşan kir ku divê helwesta endamên artêşê û polîsan a di dema komkujiyê û piştî wê de, bê lêkolînkirin. Di raporê de hat ragihandin ku di şeva 26-27'ê Îlona 2014'an a xwendekar hatin binçavkirin de, polîsan gule li otobusên xwendekar tê de bûn reşandine û bi tenê di vir de 3 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane.