Komîsyona YE kotaya penaberan a welatan diyar kir
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE), zelal kir ku ji sed hezaran penaberên hatine Îtalya, Yewnanîstan û Macarîstanê 160 hezar bi çi rengî li welatên endam werin belavkirin.
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE), zelal kir ku ji sed hezaran penaberên hatine Îtalya, Yewnanîstan û Macarîstanê 160 hezar bi çi rengî li welatên endam werin belavkirin.
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE), zelal kir ku ji sed hezaran penaberên hatine Îtalya, Yewnanîstan û Macarîstanê 160 hezar bi çi rengî li welatên endam werin belavkirin. Kotayên ku wê sibe li parlamentê bê ragihandin, li gorî nifûs û pêşketina aboriyê ya welatan hatiye diyarkirin.
Li gorî agahiyên ji aliyê komîsyonê ve hatin dayîn, para herî mezin a kotaya penaberan bi rêjeya ji sedî 25'an re ji Elmanyayê re hat dayîn. Elmanya, tevî 8 hezar penaberên beriya niha qebûl kiribû, wê 31 hezar 400 penaberên din jî qebûl bike. Duyemîn welatê mezin ê Yekîtiya Ewropayê Fransa jî tevî 6 hezar 700 penaberên di meha Tîrmehê de qebûl kiribû, wê 24 hezar penaberên din jî heta sala 2017'an qebûl bike.
Tê payîn Brîtanya Mezin 20 hezar penaber, Spanya 19 hezar 219 penaberan qebûl dikin. Yek ji welatên herî mezin ê YE Spanya wê di nava 2 salan de 11 hezar 946 penaberan qebûl bike.
Temamiya penaberên berê xwe didin Ewropayê, piştî ku digihêjin Îtalya, Yewnanîstan û Macarîstanê derbasî welatên din dibin. Ji destpêka salê û vir ve zêdeyî 100 hezar penaber hatin Îtalyayê, 140 hezar hatin Macarîstanê û 230 hezar hatin Yewnanîstanê. Ev her sê welat ketine bin barekî giran.
Hefteya derbasbûyî, bi zêdebûna hejmara penaberên li Macarîstanê re destûr hatibû dayîn ku bi deh hezaran penaber di ser Awûstûrya re derbasî Elmanyayê bibin.