Ji wezîrên karên hawirdor û derve li Parîsê civîna avhewayê
Li Parîsê, ku wê di meha kanûnê de ji Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21 re malovaniyê bike, duh nûnerên payebilind û wezîrên 57 welatan, civiyan.
Li Parîsê, ku wê di meha kanûnê de ji Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21 re malovaniyê bike, duh nûnerên payebilind û wezîrên 57 welatan, civiyan.
Li Parîsê, ku wê di meha kanûnê de ji Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21 re malovaniyê bike, duh nûnerên payebilind û wezîrên 57 welatan, civiyan. Wezîr wê bi giranî li ser polîtîkayên avhewayê û mijara fînansmana transferên teknolojiyê bisekinin.
Ji 57 welatên bersiva erênî dan banga Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrent Fabîûs, 37 welat di asta wezîrên hawirdor û karên derve yên beşdarî civînê bûn.
Fabîûs axaftina vekirinê ya civînê kir û anî ziman ku ji bo COP21 kêmî 3 mehan wext maye û ji bo pêşîgirtina li guherîna avhewayê morkirina peymaneke hevpar şert e. Fabîûs ragihand ku divê 'di asta herî bilind' de ji civîna wezîran sûd bê wergirtin û da zanîn ku ew giraniyê didin ser hevdîtinên ji bo lihevkirinê.
Fabîrûs muzakereyên fermî yên hefteya bihurî li bajarê Elmanya Bonnê pêk hatin, lê pêşketinek nebû bibîr xist û got, "Rêgeh rast e, lê rîtma me hînê têrê nake." Fabîûs diyar kir ku div ê hevdîtina ne fermî ya navbera wezîran de wê li ser 'mijarên karê muzakereyan hêsan bikin biaxivin.'
Di civîna du rojan de wê polîtîkayên avhewa û fînanskirina transferên teknolojiyên werin nîqaşkirin. Pirsgirêka fînansmanê bi taybetî ji bo welatên bi pêş dikeve, gelekî girîng e.
Di civîna bilind a avhewayê ya di sala 2009'an de li paytexta Danîmarkaya Kopenhagenê hat lidarxistin de, welatên pîşesaziyê soz dabûn ku jji sala 2020'an û pê ve salane 100 mîlyar dolar bidin welatên xizan. Lê belê ev soz hînê nehatiye fermîkirin.
Wezîrê Hawirdorê yê Perû Manûel Pûlgar Vîdal di axaftina xwe ya li civînê de ragihand, ku di mijara fînansmana têkoşîna li hemberî germahiya global de divê nîqaş li ser 'dayîna sînyaleke girîng' were meşandin. Mijara fînansmanê wê di rojeva civîna IMF-Banka Cîhanê ya meha Cotmehê li paytexta Perû Lîmayê de jî cih bigire.
Civîna bilind a li hemberî germahiya global COP21 wê di navbera 30'ê Mijdarê-11'ê Kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê were lidarxistin.