Li Swêdê gefa li karkeran

Anders Weîche diyar kir, ku eger zêdetir nexebitin wê heqdestê karkerên li pîşesaziyê dixebitin neyê zêdekirin.

Beriya hevdîtinên li ser peymana tomerî ya kar a di navbera sendîkayan û şîrketên yekdestî de, ku 500 hezar karkera eleqedar dike, berdevkê yekdestiyan Anders Weîche daxuyaniyek da û diyar kirin, ku eger zêdetir nexebitin wê heqdestê karkerên li pîşesaziyê dixebitin neyê zêdekirin.

Weîche gef li karkeran xwar û got, "Eger berhemdarî zêde nebe ne rast e ku heqdest zêde bibe. Eger berhemdarî tine be, zêdekirina heqdestan jî wê tine be" û îdîakirin ku di salên bihurî de heqdestên karkeran gelekî hatine zêdekirin û ji sala 2000'î û pê ve hêza kirînê ya karkeran ji sedî 27 zêde bûye.

Weîche îdîakir ku ji sala 2008'an û vir ve di pîşesaziyê de berhemdarî zêde nebûye û li şûna peyaman tomerî ya navendî dixwaze di asta şîrketan de peymanên kar ên tomerî werin kirin.

Daxwazên şîrketên yekdestî ne tenê ev in. Dixwazin saetên kar jî li gorî pêwîstiyan bê zêdekirin.

Federasyonên endamê Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Swêdê ji bo di peymanên tomerî yên îsal werin morkirin de bêedaletiya navbera zayendan de kêm bikin, li hev kirin ku ji bo sektorên jin bi giranî lê dixebitin ên weke xizmet û tenduristiyê, ji sedî 0,5 zêdetir heqdest bê zêdekirin. Lê belê Weîche dibêje nepêkane ew vê daxwazê qebûl bikin.