123 burokratên payebilind ên Iraqî ji wezîfeyê hatin girtin

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Haydar el Ebadî, alîkarên wezîr jî di nav de 123 burokratên payebilind ji wezîfeyê girtiye.

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Haydar el Ebadî, alîkarên wezîr jî di nav de 123 burokratên payebilind ji wezîfeyê girtiye.

Di daxuyaniya Buroya Serokwezaretiyê de hat ragihandin ku di çarçoveya reformên ji bo têkoşîna li dijî bertîl û rêveberiya nebaş a welêt de, gelek burokrat ji wezîfeyê hatine girtin. Di nava kesên ji wezîfeyê hatine dûrxistin de alîkarên wezîr û midûrên giştî yên gelek saziyan jî hene.

Hat gotin, hin ji kesên ji wezîfeyê hatine girtin teqawît bûne, yên din jî ji wezîfeyên xwe yên beriya vê re, hatine wezîfedarkirin.

Li Iraqê, ji Tîrmehê û vir ve li Bexda û bajarên başûrê welêt, li dijî bertîl, rakirina xizmetên cemaweriyê û qutbûna elektrîkê çalakî zêde bûbûn. Serokwezîr Haydar el Ebadî yê guh da nerazîbûna Iraqiyan, di destpêka meha Tebaxê de bernameyek pêşkêşî parlamentê kiribû û ev bername hatibû qebûlkirin.

Di çarçoveya bernameyê de biryar hatibû girtin ku hejmara wezîfedarên payebilind ên li wezaretan, bê kêmkirin.