Êrîşên AKP'ê yên li Kurdistanê û êrîşên nîjadperest û çeteyên faşîst ên li hemberî HDP û Kurdan, cihekî berfireh di medya Swêdê de girtin. Şîrketên tûrîzmê hişyarî dan tûrîsen Swêdî û ji wan xwestin hişyar bin, nekevin nava girseyên qelebalix.
Hat ragihandin ku yên ji bo betlaneya xwe li Tirkiyeyê derbas bikin bilêta balafirê kirîne yan jî cih li otelan veqetandine, dikarin vê yekê betal bikin.
Rayedarên şîrketa tûrîzmê ya bi navê Apollo ji mezintirîn rojnameya Swêdê Aftonbaldet re axivîn û da zanîn ku liherêma avahiya wan a li Antalyayê lê ye bend hatine danîn û tûrîstên Swêdî diyar kirin ku polîs gaza îsotê bi kar tînin.
Şîrketên tûrîzmê yên bi navê Vîng û Frîtîdresor jî bi rêya sms ji muşteriyên xwe yên li Alanyayê re ragihandin ku xwepêşandan dibe ku veguhere şîdetê û ji wan xwestin nekevin nava girseyên qelebalix.
Ji berdevkên çapemeniyê yên Wezareta Karên Derve ya Swêdê Johan Tegel jî da zanîn ku rewşa ewlekariyê ya li Tirkiyeyê her nebaş dibe û ji tûrîstên Swêdî xwest ku nekeve nava girseyên gel.