Li Yemenê di bomberdûmana koalîsyonê de tevî sivîlan bi dehan kes mirin
Li Yemenê, di bomberdûmana koalîsyona bi pêşengiya Siûdiyan de, piraniya wan sivîl zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi qasî sed kes birîndar bûn.

Di bomberdûmaneke li navenda paytexta Sanaa ya di destê milîsên Hûsî yên Şîa de ye de, herî kêm 7 sivîlan û 3 parêzvanên ji lîderên Hûsiyan Xalid Andûlî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî nûçeya organa weşanê ya Hûsiyan sabanews.com, di êrîşê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 77 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di bomberdûmanê de armanc akademiya polîsan û biryara ewlekariyê bû, lê sivîlan jî zerar dîtine. Di bomberdûmana pêr bi şev de bi taybetî semtên fermandarên payebilind ên Hûsiyan lê dimînin hedef hatin girtin û tevî zarokan, gelek sivîlan zerar dîtine. Derket holê ku piraniya cesedên ji binê enqazan hatin derxistin, sivîl in.
Li aliyê din, di bomberdûmana hewayî ya li hemberî bajarê Bayhanê de, ku roja Înê di êrîşa fuzeyî de 60 leşkerên koalîsyonê hatibûn kuştin, 21 milîtanan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) li Yemenê di şerê ji Adarê û vir ve de 4 hezar 500 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku Hûsiyan beriya salekê paytext Sanaa bi dest xistin û şer dijwar bû, Serokdewlet Mansûr Hadî reviyabû paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê.
Piştî ku Hûsiyan duyemîn bajarê herî mezin ê welêt Aden bi dest xistin, bi serkêşiya Erebîstana Siûdî ji welatên din ên Kendavê koalîsyonek hatibû avakirin û êrîşan destpê kiribûn. Hêzên li dijî Hûsiyan ên desteka koalîsyonê werdigirin, ji nava meha Tîrmehê û vir ve tevî Adenê 5 herêm ji Hûsiyan wergirtin.