Li Serokwezîrê bi nelirêtiyê hat sûcdarkirin cezayê ragirtina li malê
Serokwezîrê berê yê Portekîzê Jose Socrates ê ji ber sûcdariyên nelirêtî û bertîlê ji Mijdara 2014'an û vir ve girtî ye, li malê tê ragirtin.

Di daxuyaniya dozgeriyê de hat ragihandin ku biryar hatiye dayîn Socrates ji girtîgehê bê derxistin û li malê bê ragirtin.
Endamê Partiya Sosyalîst Jose Socrates ê di 21'ê Mijdara 2014'an de hat girtin, di navbera salên 2005-2011'an de wezîfeya Serokwezaretiyê meşandibû. Der heqê Socrates ê 57 salî de sûcdariyên wergirtina bertîlê, paqijkirina pereyê reş û qaçaxçitiya giran a bacê, hene. Beriya niha ji bo berdana Socrates gelek serlêdan hatibûn kirin, lê hemû ji aliyê dadgeriyê ve hatibûn redkirin.
Dihat îdîakirin ku Jose Socrates, bi rêya karsaz Carlos Santos Sîlva, ji şîrketa înşaet û binesaziyê Lena bertîl wergirtiye. Socrates van îdîayan red dike û îdîa dike ku ew 'girtiyekî siyasî ye'.