Cudahiya navbera dewlemend-xizanan li Elmanyayê gelekî zêde ye

Li gorî lêkolîneke nû ya ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Aboriyê ya Elmanya (DIW) ve hat weşandin, cudahiya navbera dewlemend û xizanên li Elmanyayê, herî kêm bi çend qatan zêdeyî texmînên heta roja îro ye.

Li gorî lêkolîneke nû ya ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Aboriyê ya Elmanya (DIW) ve hat weşandin, cudahiya navbera dewlemend û xizanên li Elmanyayê, herî kêm bi çend qatan zêdeyî texmînên heta roja îro ne. Cudahiya navbera mal û milkê mirovên herî dewlemend û mirovên herî xizan ên li nava civakê, bi deh hezaran qatî zêdetir e. Li gorî welatên din ên Ewropayê, Elmanya weke welatê herî bêedalet derdikeve pêş.

Li gorî encamên lêkolîna DIW, ji hezarî yek ê mirovên li Elmanyayê, ku 40 hezar in, xwedî dewlemendiya ji sedî 17 a tevahiya welêt in. Ji sedî 20 ê nifûsa vî welatî, ku ji 20 mîlyon mirovan pêk tê, bi tenê ji 2,5 ê hebûna welêt bi kar tînin. Ev yek jî nîşan dide ku dewlemendek bi 34 hezar qat ji xizanekî zêdetir xwedî mal û milkan e.

Li gorî vê yekê ji sedî 1 ê herî dewlemend ê Elmanyayê, xwedî dewlemendiya ji sedî 33 ê tevahiya welêt e.

LI GORÎ FRANSA, SPANYA Û YEWNANÎSTANÊ RÊJEYEKE GELEKÎ BILIND E

DIW di lêkolîna xwe de her wiha daneyên welatên Fransa, Spanya û Yewnanîstanê jî lêkoşîn kir. Lêkolînê daneyên her çar welatan anî pêşberî hev û diyar kir ku cudahiya herî zêde ya navbera dewlemend-xizanan li Elmanyayê, ya herî kêm jî li Yewnanîstanê ye. Ji sedî 10 ê mirovên herî dewlemend ên Elmanyayê xwedî ji sedî 63.7 ê tevahiya dewlemendiya li welêt e. Ev rêje li Yewannîstanê ji sedî 40.9 e.

Li Fransayê ev rêje ji sedî 51.7, li Spanyayê ji sedî 44.4 e.

Dîsa li gorî lêkolînê, hatineyên mirovên di asta jêrîn û navîn de bi hêsanî tên tespîtkirin, lê tespîtkirina yên dewlemend, ewçend hêsan nîne.