YE û DYA li ser daneyên şexsî li hev kirin

Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) piştî muzakereyên 4 salan, li hev kirin ku eger daneyên şexsî yên mirovan werin weşandin, wê rê dadgeriyê bê vekirin.

Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) piştî muzakereyên 4 salan, li hev kirin ku eger daneyên şexsî yên mirovan werin weşandin, wê rê dadgeriyê bê vekirin.

Di daxuyaniya bi îmzeya Komîsera Komîsyona Yekîtiya Ewropa ya ji Edaletê Berpirsyar Vera Joûrova de hat ragihandin, ku daneyên şexsî yên meqamên edlî bi hev re parve bikin, wê di 'asta bilind' de werin parastin. Piştî ku peymana hatiye morkirin bi erêkirina Kongreya DYA re bikeve meriyetê, eger daneyên şexsî yên welatiyên YE werin kifşkirin-weşandin, wê di nava dadgeriya Amerîka de dikaribe doz were vekirin.

Nuqteyeke din a girîng a peymanê ji bo Ewropiyan ew e, ku şexsên agahiyên wan ên şexsî di çarçoveya xebatên îstîxbaratê yên DYA de bi dest hatine xistin, werin parastin.

JI BO BERHEVKIRINA AGAHIYÊN RÊWIYAN WÊ QADEK DANEYAN BÊ AVAKIRIN

Lê belê li gorî vê peymanê wê ji bo berhevkirina agahiyên rêwiyên bi rêya hewayî tevdigerin, qadeke daneyan bê avakirin, ku Ewropî li dijî vê derdikevin. Rayedarên DYA ev demeke dirêj e vê daxwazê dike û Parlamenta Ewropa jî demeke dirêj li ser nîqaş kiribû. Tevî van nîqaşan jî formelek di navbera têkoşîna li dijî terorê û parastina nepenîtiya jiyana taybet de nehatibû dîtin.

Komîsera YE Vera Joûrova îdîa kir ku ev peymana hatiye morkirin, ji aliyê baweriya bi hev a YE û DYA di mijar parvekirina agahiyan de, girîng e.