Pûtîn, Merkel, Poroşenko û Hollande li ser Ûkraynayê axivîn

Li Ûkraynayê, ji 1'ê Îlonê û vir ve agirbest di meriyetê de ye. Serokdewletên Elmanya, Fransa, Rûsya û Ûkraynayê, bi rêya telefonê demeke dirêj li ser mijarê axivîn.

Li Ûkraynayê, ji 1'ê Îlonê û vir ve agirbest di meriyetê de ye. Serokdewletên Elmanya, Fransa, Rûsya û Ûkraynayê, bi rêya telefonê demeke dirêj li ser mijarê axivîn.

Di daxuyaniya ji aliyê Qesra Serokkomariya Fransayê Elysee ve hat dayîn de hat ragihandin ku Françoîs Hollande bi Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Ûkraynayê Petro Poroşenko re bi qasî saet û nîvekê axiviye. 

Di daxuyaniya Qesra Elsee de hat gotin ku bicihanîna agirbestê ji 1'ê Îlonê û vir ve ji aliyê lîderan ve erênî hatiye dîtin û hat diyarkirin ku di 12'ê Îlonê de wê wezîrên karên deve li Berlînê bicivin. Hat ragihandin ku civîneke din a bilind a li ser mijara Ûkraynayê wê di meha pêş de li Parîsê were lidarxistin.

Di axaftina her çar lîederan de hat xwestin ku raperînerên Rûs çekên giran ên li herêmên Donetsk û Lûhanskê tavilê vekişînin û li ser vekişandina çekên ji 100 mîlîmetre kalîbreyî, lihevkirineke 'lezgîn' were peydakirin.

Li gorî daxuyaniya Qesra Elysee, pêwîste ji bo nûkirina hilbijartinên li herêmên Donstk û Lûhansk demek bê diyarkirin û hewldanên ji bo pêşvebirina xweseriyê, bên kontrolkirin.

Hat ragihandin ku Merkel û Hollande jî di pevguhertina dîlgirtiyan û destûra ji bo çûyîna xebatkarên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (CICR) were dayîn, bi israr in.