Fransa wê li Sûriyeyê tevlî êrîşên hewayî yên li dijî DAIŞ'ê bibe

Li gorî rojnameya Le Monde ya Fransayê, hikûmeta Fransayê li ser bijarka tevlîbûna li êrîşên hewayî yên li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê, disekine.

Li gorî rojnameya Le Monde ya Fransayê, hikûmeta Fransayê li ser bijarka tevlîbûna li êrîşên hewayî yên li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê, disekine.

Ev mijar di 4'ê Îlonê de, di civîna konseya parastinê ya bi serokatiya Serokkomar Fraçoîs Hollande de hat rojevê. Fransa heta niha bi tenê li Iraqê tevlî êrîşên hewayî dibû.

Li Sûriyeyê jî ji bo komên weke "nerm" tên pênasekirin re şêwirmendî dikir û çek dida wan.

Tê gotin ku Fransa pozîsyona xwe ya li Sûriyeyê diguherîne û ev yek bi gelek bûyeran ve girêdayî ye.

Li aliyekî reva Sûriyeyiyan ji welêt zêde bûn, lê li aliyê din koalîsyona navneteweyî bi têrkerî DAIŞ qels nekiriye. Tê îdîakirin ku tevî van sedeman, xurtkirina hebûna leşkerên Rûs li Sûriyeyê, yek ji sedemên vê nêzîkatiyê ye.

Le Monde agahiya xwe ya li ser vê nêzîkatiya Fransayê spart çavkaniyekî payebilind û pisporekî der barê mijarê de xwedî agahiye got, "Biryar hatiye stendin."

Tê gotin ku di mehên pêş de wê Fransa bi balafirên bi tîpa Mîrage 2000 ên li baregeha Urdunê û balafirên bi tîpa Rafale yê li Abû Dabî hatine bicihikirin, keşfa xwe ya destpêkê bikin
Önümüzdeki aylarda Fransa'nın Ürdün'de üslenmiş olan Mirage 2000 tipi uçakları ile Abu Dabi'de konumlanan Rafale tipi uçaklarının ilk keşiflerini yapmaya başlayacağı belirtiliyor.