Fransa wê tevgera li dijî DAIŞ'ê li parlamentê nîqaş bike

Serokwezîrê Fransayê diyar kir ku biryara li ser tevgera hewayî ya li Sûriyeyê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bê meşandin, wê roja 15'ê Îlonê li parlamentê were nîqaşkirin.

Serokwezîrê Fransayê diyar kir ku biryara li ser tevgera hewayî ya li Sûriyeyê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bê meşandin, wê roja 15'ê Îlonê li parlamentê were nîqaşkirin.

Serokwezîr Manûel Vall ê ji Partiya Sosyalîst (PS), bû mêvanê bernameyeke nîqaşê ya televîzyona Canal+ û ragihand ku wê destwerdana li DAIŞ'ê û pirsgirêka penaberan, li parlamentê nîqaş bikin.

Manûel Valls got, "Roja Sêşema pêş, li Meclîsa Neteweyî, ji boa gahdarkirina nûnerên gel li ser angajmana Fransayê em ê rûniştineke nîqaşê pêk bînin." Valls da xuyakirin ku nîqaş wê bi giranî li ser tespîtkirina cihê DAIŞ'ê û êrîşên hewayî yên gengaz were meşandin.

Valls anî ziman ku ew ê pirsgirêka penaberan jî di heman çarçoveyê de binirxînin û da zanîn ku di 16'ê Îlonê de jî hem li Meclîsa Neteweyî hem jî li Senatoyê we mijar werin nîqaşkirin. Valls ragihand ku divê parlament velî nîqaşên li ser pirsgirêka penaberan û polîtîkayên di vî warî de, were kirin.

Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande duh di nava rojê de ragihandibû ku ji bo tevgera hewayî ya li dijî hedefên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê, wê roja Sêşemê bi balafirên keşfê yên bê mirov re wê destpêkirina cih destpê bike.