Endamê berê yê DAIŞ'ê DAIŞ sûcdar kir

Ciwanê 17 salî yê ku li nava DAIŞ'ê şer kir û ji ber ku nema karîbû xwe li hovîtiya çeteyan a li hemberî sivîlan rabigire ji Sûriyeyê vegeriya Swêdê anî ziman ku "Dewleta Îslamê" mirovên bêguneh qetil dike.

Ciwanê 17 salî yê ku li nava DAIŞ'ê şer kir û ji ber ku nema karîbû xwe li hovîtiya çeteyan a li hemberî sivîlan rabigire ji Sûriyeyê vegeriya Swêdê, di hesabê xwe yê Facebookê de ragihand ku "Dewleta Îslamê" li dijî Îslamê tevdigere û mirovên bêguneh qetil dike.

Ciwanê li bajarê Lûnd dijî, di destpêka vê salê de çûbû Sûriyeyê, tevlî nava çeteyên DAIŞ'ê bûbû û di 10'ê Gulanê de bi wêneyê xwe yê bi kalaşnîkovê dîmenek li ser Yoûtûbe weşandibû û bang li ciwanên Misilman ên li Swêdê dijîn kiribû ku biçin Sûriyeyê û tevlî nava çeteyên DAIŞ'ê bibin.

Cara yekemîn e ku ciwanekî ji Swêdê çû Sûriye û Iraqê, piştî di nava DAIŞ'ê de şer kir vegeriya Swêdê û çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî vekirî sûcdar dike. Vî kesî got, "Ez wan teslîmî Xwedê dikim" û anî ziman ku ew destekê nade çalakiyên Dewleta Îslamê.

Vî endamê berê yê DAIŞ'ê ragihandin ku DAIŞ der heê mirovên ne Misilman de xwedî nêrînên tund e û henekê xwe bi oldaran (ûlema) dike û got, "Ji ber ku ez helwesta wan a li hemberî Misilmanan û mirovên ne Misilman napejirînim, ez destekê nadim Dewleta Îslamê. Ji ber ku şîretên mirovên ne ji wan red dikin, ji ber ku ne samîmî ne, ji ber ku soza xwe bi cih nînin û ji ber ku Misilmanan dikuje, ez destekê nadim wan."

Ev ciwan dibêje ew Misilmanekî xwedî bawerî ye û çeteyên DAIŞ'ê li dijî Îslamê tevdigere. 

Li gorî Polîsê Ewlekariyê yê Swêdê (Sapo) ji destpêka şer û vir ve bi qasî 300 ciwan ji Swêdê çûne Sûriyeyê û di nava refên rêxistinên pêwendiya xwe bi El Qaîdeyê heye de, şer dikin. Tê texmînkirin ku ji van 45-50 kes vegeriyane Swêdê û cara yekemîn e endamekî DAIŞ'ê bi awayekî vekirî li dijî çeteyên DAIŞ'ê diaxive.

Koordînatora Hikûmeta Swêdê Mona Sahlîn a ji bo tespîtkirina tedbîrên ji bo têkoşîna li dijî rêxistinên tund hat wezîfedarkirin, anî ziman ku ji bo malbatên ciwanên tevlî refên DAIŞ'ê bûne yan jî bi fikar in tevlî bûne karibin serlêdanê bikin, wê xeteke telefonê vekin.

Wezîra Demokrasiyê Alîce Bah Kûhnke jî da xuyakirin ku girîng e mirov ji saziya telefonê jê re vedikin bawer bikin û anî ziman ku xeteke bi vî rengî ya telefonê wê di nav çend hefteyan de bikeve xizmetê.

Tê payîn ku di hefteyên pêş de hikûmeta Swêdê, pêşnûme qanûna ji tedbîrên pêşîgirtina li tevlîbûnên li nava refên DAIŞ'ê, pêşkêşî parlamentê bike.