Hunermendên navdar ji bo avhewayê stran gotin

Hunermendên navdar ên cîhanê, beriya Konferansa Avhewayê (COP21) ya di 30'ê Mijdarê de li Parîsê destpê bike, bi armanca balkişandinê straneke hevpar gotin.

Hunermendên navdar ên cîhanê, beriya Konferansa Avhewayê (COP21) ya di 30'ê Mijdarê de li Parîsê destpê bike, bi armanca balkişandinê straneke hevpar gotin.

Bi hewldanên ji endamên koma efsanewî Beatles Paûl McCartney gelek hunermendên navdar hatin cem hev û strana "Love Song to the Earth (Strana Eşqê ji bo Cîhanê)" gotin.

Hunermend dixwazin zextê li nûnerên dewletên di 30'ê Mijdar-11'ê Kanûnê de beşdarî Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî bibin, bikin. Ji bo stranê tevî rokvanê navdar Jon Bon Jovî, folk-popvan Sherly Crow, hunermenda ji Benînê Angelique Kidjo û repvanê ji Jamaîka Sean Paul gelek hunermend hatin cem hev.

Di strana bi melodiya popê de hunermend bi taybetî gotinên li ser rewşa 'hesas' a cîhanê bilêv dikin.

Hunermenda Brîtanyayî Natasha Bedingfield li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Bi vê stranê re em dixwazin ji mirovan re qala hawirdorê bikin û ji wan bixwazin bikevin nava tevgerê."

Di vîdeoya danasînê de dîmenên zarokên panakartan hildigirin û dîmenên xwezayê cih digirn. Tê payîn ku stran ji sibe û pê ve pêşkêşî bazarê bê kirin.