Li gorî lêkolînên dawî yên li nava raya giştî ya Fransayê, popularîteya Serokkomar Françoîs Hollande di asta herî nizm de ye. Li gorî pêşdîtinan di hilbijaritnên 2017'an de namzetên rastgiriya tend û rastgiriya navendî li tûra duyemîn dimînin.
Di lêkolîna şîrketa Ifop a ji bo rojnameya Le Fîgaro û televîzyona RTL kirî de, eger hilbijartin werek irin wê lîdera Eniya Neteweyî Marîne Le Pen a ji rastgiriya tund bi rêjeya ji sedî 27 hezar 29'an bibe yekemîn. Namzetê Komargeran ê partiya mûxalefeta rast Nîcolas Sarky piştî Le Pen wê rêjeya ji sedî 27'an, namzet Alaîn Juppe jî wê ji sedî 29'an werbigire.
Di namzetiya Nîcolas Sarkozy û Alaîn Juppe de wê dengê Komargeran ji sedî 25 be. Di anketê de tê ragihandin ku rêjeya dengê Serokkomarê heyî Françoîs Hollande yê ji Partiya Sosyalîst (PS) ji sedî 19 ye û wê têra mayîna di tûra duyemîn de neke.
Lîderê partiya lîberal a navendî Modem Françoîs Bayroû tê texmînkirin ku ji sedî 10 heta 11,5 ê dengan wergire. Rêjeya dengê endamê Eniya Çep Jean-Luc Melenchon jî ji sedî 10 e.
Ji sedî 78 ê beşdarên anketê diyar kirin ku ew naxwazin Hollande di sala 2017'an de namzet be. Tevî vê yekê jî yên difikirin wê Hollande namzetiya xwe nîşan bide, ji sedî 70 ye. Ji sedî 53 ê di tûra duyemîn a hilbijartinên 2012'an de dengê xwe dan Hollande, li dijî jinûve namzetiya serokkomarê sosyalîst derdikevin.