Li Stockholmê pêşangeha Wegner a 'Şahidê Qirkirina Ermenî ya 1915'an

Wêneyên Armîn T. Wegner ê di Yekemîn Şerê Cîhanê de li nava artêşa Elman personelê tenduristiyê bû û bi makîneya xwe wêneyên qirkirina li hemberî Ermeniyan kişand, li Swêdê tên nîşandan.

Wêneyên Armîn T. Wegner ê di Yekemîn Şerê Cîhanê de li nava artêşa Elman personelê tenduristiyê bû û bi makîneya xwe wêneyên qirkirina li hemberî Ermeniyan kişand, li Muzeya Artêşê ya Swêdê tên nîşandan.

Pêşangeha ji 30 wêneyên Wegner, tevî wêneyên qirkirina Ermeniyan, wê wêneyên di dem û piştî tehcîrê de jî tên nîşandan.

Pêşangeha bi serenavê "Armîn T. Wegner-Şahidê Qirkirina Ermeniyan a 1915'an, di çarçoveya çalakiyên salvegera 100. a Qirkirina Ermeniyan tê lidarxistin. Bi wesîleya pêşangehê çapa Swêdî ya pirtûka Wegner a bi serevanê "Sirgûnkirina Gelê Ermenî ber bi Çolê ve" hat weşandin.

Tercûmanê pirtûkê Lêkolîner û Dîroknasê Ermenî Vahang Avedîan di axaftina xwe ya li pêşangehê de anî ziman ku wêne û nivîsên Wegner ji bo dîroknasên qirkirinê lêkolîn dikin, çavkaniyeke girîng e. Avedîan ragihand ku Wegner yek ji kêm mirovan e ku qirkirin bi belgeyan nîşan daye.

Avedîan ragihand ku Wegner ji ber wêneyên qirkirinê kişandiye û bi Ermeniyên şahidê qirkirinê re hevpeyvîn kiriye, rastî nerazîbûna hikûmetên Osmanî û Elman hatiye û di sala 1918'an de hatiye girtin û radestî Elmanyayê hatiye kirin.

Avedîan diyar kir ku Wegner her tim li dijî komkujî û zextan derketiye, di 11'ê Nîsana 1933'an de ji Hîtler re nameyeke vekirî nivîsandiye û jê xwestiye, ku dest ji polîtîka dijminatiya li Yahûdiyan berde.

Avedîan da zanîn ku ji ber li dijî qirkirina Yahûdiyan derketiye Wegner li girtîgehê hatiye ragirtin, pirtûkên wî hatine şewitandin û piştî ji girtîgehê derket li Îtalyayê bicih bûye, careke din venegeriya ye Elmanyayê û heta dawiya emrê xwe bi vegotina qirkirinan re, xizmeteke mezin ji mirovahiyê re kiriye.

Pêşangeha di 26'ê Tebaxê de hat vekirin wê heta 22'ê Mijdarê vekirî be.

...