CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Serokwezîrê bi nelirêtiyê hat sûcdarkirin cezayê ragirtina li malê
Serokwezîrê berê yê Portekîzê Jose Socrates ê ji ber sûcdariyên nelirêtî û bertîlê ji Mijdara 2014'an û vir ve girtî ye, li malê tê ragirtin. -
Hejmara penaberan di sedsala 21'an de derket asta herî bilind
Zêdebûna şer û pevçûnên di nava 15 salên dawî de, bû sedem ku bi mîlyonan mirov cih û warên xwe biterikînin. -
Muzakereyên li Bonnê yên li ser avhewayê dawî li fikaran neanîn
Ji bo amadekariya Konferansa Avhewayê COP21 a dawiya meha Mijdarê li paytexta Fransa Parîsê were lidarxistin, li bajarê Elmanya Bonnê 5 rojan muzakere hatin meşandin. -
Dîwarên şermê: Yek bi yek hilweşiyan, lê mirovahî li ber xwe neket
Mirovahî ji serdema antîk û vir ve dîwaran lê dike. Her çend bi sedemên cuda destpê kiribe jî, dîwarên li cîhana modern hatin/tên lêkirin, cihê "şermê" ne. -
Penaberên li Macarîstanê ber bi Awûstûrya ve dimeşin
Bi sedan penaberên li hember polîtîkayên penabertiyê yên Macarîstanê nerazîbûn nîşan dan, bi komî hewl didin bigihêjin Awûstûryayê. -
Li Sîerra Leone jîngehek kirin karantînayê
Li Sîerra Leone ya yek ji welatên Afrîka ye, ji ber vîrusa Ebola hat dîtin jîngeheke hezar şêniyên wê hene kirin karantinayê. -
Di teqînên li Bexdayê de herî kêm 12 kes hatin qetilkirin
Li paytexta Iraq Bexdayê, di hin rêze êrîşan de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn. -
YE di kontenjana penaberan de li çareseriyeke hevpar 'digere'
Bi dîmenên Aylîn Kurdî ya ji Kobanê re bala cîhanê careke din çû ser drama ji ber pirsgirêka penaberiyê. Lê belê Yekîtiya Ewropayê (YE) hînê jî helwesteke hevpar nîşan nedaye. -
RSF: Bila Obama azadiya çapemeniyê bîne bîra Salman
RSF bang li Barack Obama kir, ku di dema pêşwazîkirina qralê Siûdî de li ser mijarên azadiya çapemeniyê û rojnamevanên girtî de 'berpirsyariyên wî' bîne bîra Salman. -
Şîrketên nukleerê yên Elman dixwazin dewlet lêçûnên wan bide
Li Elmanyayê ku wê di sala 2022'an de hilberîna enerjiya ji santralên atomê bi temamî biqedîne, nîqaş li ser lêçûnên santralên nukleerê tên kirin. -
Cotkarên Fransayê bi traktoran li Parîsê ne
Li Fransayê, bi hezaran cotkarên li ber îflasê ne, îro li paytext Parîsê çalakiyê lidar dixin. -
3 hezar penaber li herêma navbera Îtalya û Lîbyayê hatin rizgarkirin
Drama bi hezaran penaberên her roj hewl didin di ser Derya Spî re xwe bigihînin welatên Ewropayê, dewam dike. -
Pêkanîna li dijî mirovahiyê ya li hemberî penaberan
Li Komara Çekê ku bi helwesta xwe ya tund a li hemberî penaberan tê naskirin, nerazîbûnên li hemberî pêkanîna mafên mirovan binpê dike, zêde dibin. -
Rûsya: Ji bo tinekirina DAIŞ divê dest ji xistina Esed bê berdan
Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Lavrov, ji bo têkoşîna li hember DAIŞ’ê bigihêje serketinê, xwest dest ji bendewariya xistina Esed bê berdan. Lavrov, bal kişand ser rola Kurdan a li hember DAIŞ’ê. -
Li Çînê teqîneke din a kîmyewî: Herî kêm 5 mirî
Li Çînê, ji ber teqîna li febrîqeyeke madeyên kîmewyî, dîsa mirovan jiyana xwe ji dest dan. -
Î24 News: Rûsya li dijî DAIŞ'ê pîlotên xwe dişîne Sûriyeyê
Televîzyona Î24 News a li Îsraîlê weşana xwe dike îdîa kir, ku Rûsya wê ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê helîkopter û balafirên xwe bişîne Sûriyeyê. -
Li Lîbyayê 5 leşkerên ji hêzên taybet hatin kuştin
Li Lîbyayê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên ser bi hikûmeta Bîngazî ya ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin, şer dewam dike. -
Gazze wê di nava 5 salan de bibe 'cihê lê neyê jiyîn'
Li gorî rapora salane ya ji aliyê Konferansa Pêşvebirin û Bazirganiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNCTAD) ve hat pêşkêşkirin, eger tedbîr neyên girtin wê Şerîda Gazze di nava 5 salan de veguhere cihekî lê neyê jiyîn. -
Ji sedî 99 ê çûkên okyanûsê wê çopa plastîk daqurtînin
Li Cîhanê hilberîna plastîkê 11 salan carekê bi du qatan zêde dibe. Çopên plastîk ên mirov diavêjin nava okyanûsê jî her zêde dibin. Li gorî lêkolînekê, sedema yekane ya mirina bi dehan cureyên çûkan, wê çopên plastîk be. -
Ji bo deryavanên li Bendera Calaîsê ji kar hatin derxistin karê nû
Di têkoşîna mafê bi sedan karkerên ji aliyê şîrketa Eurotunnel a Tunela Manşê ve bi mehan e hatine mexdûrkirin de, ji hin aliyan ve lihevkirin çebû. -
Rojeva Ewropayê duh jî penaber bû
Piştî Derya Spî, herikîna penaberan a ber bi Ewropayê di ser welatên Balkanan dewam dike. -
Çeteyên DAIŞ'ê înfazên xwe yên li Sûriyeyê didomînin
Hat ragihandin, ku çeteyên DAIŞ'ê li herêmên Sûriyeyê yên dagir kiriye, înfazên xwe yên li dijî mirovahiyê didomînin. -
Li Misirê çavkaniya herî mezin a gaza xwezayî ya Derya Spî hat dîtin
Li Misirê, ku ji ber darbeya leşkerî û bê îstiqrara siyasî ya salên dawî ji aliyê aborî ve di rewşeke zehmet de ye, çavkaniya herî mezin a gaza xwezayî ya Derya Spî hat dîtin. -
Tsîpras: Bi partiyên sîstema berê re koalîsyon nabe
Tê payîn di hilbijartinên pêşwext ên 20'ê Îlonê yên li Yewnanîstanê de, koalîsyona çep a radîkal Syrîza careke din bibe partiya yekemîn. Aleksîs Tsîpras dubare kir ku ew ê bi 'partiyên sîstema berê' re nemeşin. -
Şerê li Sûdana Başûr tevî agirbestê dewam dike
Li Sûdana Başûr, şerê navxweyî yê rê li ber mirina bi deh hezaran mirovan kir, tevî peymana agirbestê jî, duh dewam kir. Alî jî hevdu sûcdar dikin."